|
|
Wan çi got?
Sefa Kaplan, Ahmet Akın, Çîler Îlhan, Emîne Dolmaci | Sefa Kaplan, Ahmet Akın, Çîler Îlhan, Emîne Dolmaci |
| Yazan ediTör | |
| 03.01.2009 16:36 | |
|
K itêbxaneya me bi xebatên weşanxaneya Nûbiharê herroj dewlementir dibe û ev xebat hêvîyeke xurt didin meriv. Li hember pêlên asîmîlasyonê Nûbihar giravan ava dike û evîndarên zimanê kurdî îmkana ku bi zimanê xwe bikevin cîhanên xeyalî (fiktional/kurmaca/fiktiv) bidestdixin. Bo gotineke din, bi saya van berheman têkîlîya me bi zimanê me yê qedexekirî re dewam dike û ev eser fonksîyana pireyan bi cî tînin; ew me bi tarîxa me ve girêdidin û dikin ku em li ser van hîman îstîqbaleke baştir ava bikin. Wekî ku xwendevanên vê kovarê dizanin berî sê-çar mehan Nûbiharê sê berhemên gelek mûhîm weşandin: wergera Dîwana Melayê Cizirî, Dîwana Mele Zahirê Tendûrekî û Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana... Ahmet Akın "Pirtûka Eyan Beyan, mîna pirtûkên nivîskar ên din ne pirtûkeke wisane ku meriv dakaribe bi carekî ve bixweyine. Ev pirtûk kesên/rewşên cihê ku di 108 rûpelî de bi cih nabin di nav xwe de dihewîne. Nivîskar, gava xwendina pirtûkê, meriv mi sêwa vir de wir de dibe û tîne. Gava ku pirtûk diqede meriv vana fêm dike. Di çîroka bi navê "Yorgûn Yanki -Olana Betilî" de li ser jin û mêrekî disekine ku ew di hevde tenêbûna xwe dibînin; lê belê nizanin ku dê valahiya navê çawan tije bikin û bi du kurtaj û di berde mana miradê dawî dibe. Di çîroka "Bîr Ve Hep-Yek û Tev" de li ser kesekî ku fêkiyan ji sûkê distîne, li pey merivekî ku tenê dijî diçe û li deriyê wî lêdixe, tiştên di destê xwe de datîne mala wî û dest vala; lê belê dil tije difetile tê sekinandin. Di çîroka "Oluye Oyku-Ji Mirî Re Çîrok" de li ser leşkerên ji ber ku ji çekan hez nakin ji çavûşê xwe lêdan dixwun, kesên ku di nav du agirî de dimînin, kesên ku birayên wan dikin binçavî û nafetilin, kesên ku piştî îşkenceyê xwe dikujin tê sekinandin. "Li virê her kes pir zehmet e. Bav zehmet e, evîn zehmet e, debar zehmet e, cendirme zehmet e, dê te rakin û bibin û careka din ji te agahî nayê girtin, nav û deng ji te namîne, tê cûmî cela bibî..." Û piştî ew qas zilm, di çîroka dorê ya Yalsizûçanlar "Akil Daği-Çiyayê Aqil" de dîsa fetilendina wî ya ji Xwedê re kî dikare nexweş bibîne. Çîler Îlhan "Ku îşkence ew qas dibe ji dorê, kesên ku bi awayên mîna hev dikevin binçavî...tên reyandin, ku bi awayên mîna hev di îşkencê de tên derbaskirin, kirina heqaretên mîna hev û dîsa gihîştina encamên mîna hev, tenê bi rastiyeke hişk meriv dikare bibîne. Va ye rastiyên ji hev girantir û dilkevir, di "40 Çîrokên Binçavî Û Ên Din" ya Sadik Yalsizûçanlar de veşartîne." Emîne Dolmaci "Çîrokên Yalsizûçanlar, -ne hîkaye, çîrok- tim bi derketina holê ya bi awayekî lêgerînî dertên hemberî meriv. Hinek caran naverokê dajo riyê nadiyar, di şiveriyan de bezandina li pey cerbandina şêwaz ên patîskeyê, xwe bi aliyê 'sûrên ku fetilandina wan tune' ve kaş dike. Hinek caran jî, li paşî ku bi israra çîrokên xwe dide ser metnên ku şêwaza xwe digerin, birina gerdana kevoka ji gergefên ku digerin dikşîne. Ku meriv temaşegeha çîrokên -ne hîkaye- turkî dinêhêre, hema niha meriv fêm dike ku ev şêwe çîrok li ciyekî cihê disekinin. Van çîrokan, ji bûyerê zêdetir li ser rewşê, ji şayesê zêdetir li ser analîzê, ji diyalogê zêdetir li ser monologê xwarbûyî ne. Ostayê wî jî Zanayê Karasû bû û heta îro nehat derbas bûn." Sefa Kaplan, Hurriyet, 13.07.2003. |
| < Önceki |
|---|