|
|
Yazan ediTör
|
|
03.01.2009 16:42 |
|
"Di Yaqaza de cesareta bi kar anîna ziman, ji bo edebiyata turk zehf girîng e. Hîkayeyên xwe yên dawiyê, meriv nikare bibêje bi hişekî betilî dinivîsîne. Bi rastî bi hişekî aram û bi hişekî ku ciyê ku dê herê çiye nivisandiye. Lîrîzma ku çîrokên wî di serî de bi xwe re dibe, nivîskar kaş kiriye zanayiyeke Kîerkegaardvarî. Selçûk Orhan, Kovara Hece, Hejmar: 46/47 |
|
|
Yazan ediTör
|
|
03.01.2009 16:40 |
|
Sadik Yalsizûçanlar, di romana xwe ya duyemîn a Seyah de jîyana Îbn Arabî yê Endulusî vedibêje. Vîzyonên Îbn Arabî bingeha pirtûkê pêk tîne. Di jiyana Arabî de ku bi rêwîtiya navendên wê çaxê mîna Bexda, Şam, Mekke û Kahîreyê derbas dibe, halên wî yên ruhî, xeberdanên wî yên li hemherî hev, têkiliyên wî yên sofî û dostên wî re cih girtine. Yalsizûçanlar wexta ku behsa jiyana Îbn Arabî dike, li derheqê sirûşt û çanda Endulusa wê demê de jî agahî dide. Ger ku hûn dixwazin derên gereke dîrokî, pirtûka Seyah-Gezgîn mutleqa bixweyînin. Doğan Hizlan HURRIYET 22 Kewçêr 2004 |
|
|
Yazan ediTör
|
|
03.01.2009 16:39 |
"Ji min re, li dunyakî ku sînema di wateyên dûr de tên nîqaşkirin, şîroveya sînemaya xewnê bala min dikşîne û jidil jî dibînim. Li ser sînemayê kirina şîroveyên mirovan yên saf û bêberjewendî, bê nîqaşkirin jî min her dem kêfxweş dike. Di vê çarçoveyê de gotineke Seîd Nûrsî ya ku di pirtûka Sadik Yalsizûçanlar a di Sînemaya Xewnê de derbas dibe bandora xwe li ser min hişt. " Zekî Demîrkûbûz "40 Îkîndî" Sal: 2 Heyam: 2 Hejmar: 1/13 |
|
|
Yazan ediTör
|
|
03.01.2009 16:37 |
"(...) Pirê hîkayeyên Yalsizûçanlar de dunya û axret, rastî û mecaz, navbera alema ku tê jiyandin û dunyaya ku tê sazkirin 'Yek gavek' jî nîn e. Ji ber vê, ji yekî heta yê din bi lezbûneke meriv bawer nake tê derbaskirin. Bi vî awayê, dunyaya din, Parîs, Enqere, Stenbol; welhasil her ciyên ku bibawerî tên gerîn an jî di çîrokê de tê xeyalkirin, ji hîkayeyên wî re dibin cî û war. Di hîkayê de xeynî vegotinvanekî, sembolên mîna tûtî û Merivê Çav Şîn hene. Hîkayeyên Yasizûçanlar, her dem çawan ku di nav çîrok, helbest mînakan de tê dîtin, wisa jî li pişt, neheqiyên dinê, nelirêtiyan, xireciriyan, rojane, hetanî ku meselên metafîzîkî jî tên hestkirin. Nêrîn û bihîstinên derheqê hunerê de jî cih digrin. Ehlaqsizî, xerabî û zilm jî tên teşhîrkirin. Di hîkaya nû de mijara "diltengî" ku moda ye jî ne kêm e. Her wiha, motifên ronî û aramiyê ku çîrokbêj mîna stêrk û kulîlkan bi kar tîne hene ku vana dil ji tarîbûnê xelas dikin. (...)" Ahmet Kabakli Edebiyata Turk, Hîkaye û Roman, cilda 5. Stenbol, Weşanên Weqfa Edebiyata Turk |
|
|
Yazan ediTör
|
|
03.01.2009 16:36 |
|
K itêbxaneya me bi xebatên weşanxaneya Nûbiharê herroj dewlementir dibe û ev xebat hêvîyeke xurt didin meriv. Li hember pêlên asîmîlasyonê Nûbihar giravan ava dike û evîndarên zimanê kurdî îmkana ku bi zimanê xwe bikevin cîhanên xeyalî (fiktional/kurmaca/fiktiv) bidestdixin. Bo gotineke din, bi saya van berheman têkîlîya me bi zimanê me yê qedexekirî re dewam dike û ev eser fonksîyana pireyan bi cî tînin; ew me bi tarîxa me ve girêdidin û dikin ku em li ser van hîman îstîqbaleke baştir ava bikin. Wekî ku xwendevanên vê kovarê dizanin berî sê-çar mehan Nûbiharê sê berhemên gelek mûhîm weşandin: wergera Dîwana Melayê Cizirî, Dîwana Mele Zahirê Tendûrekî û Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana... Ahmet Akın |
|
|