JA slide show
Anasayfa arrow Languages arrow Kurdî arrow Rojên Nêzîkayiya Dost
Rojên Nêzîkayiya Dost
Yazan SadıK YalsıZuçanlaR   
03.01.2009 19:03
 Helbestvanê Zanyar Sezaî Karakoç di nivîseke xwe de dibêje, "Mu'mînê berahîn ew e ku heta nimêja xwe diqedîne, dinya, li ber pêyên wî mîna qurbaneke serjê kirî disekine."
Sekinandina qurbaneke serjê kirî ya li ber pêyên min, wêneyeke wisa ye ku ji rojên zaroktiya min maye. Çawa ku piştî çilî herkes di hişê xwe de sînemayeke bihuştê çê dike, ez bawer im dê wisa jî wêneyêkî wan ê qurbanê, yê bi vî rengî jî çêbûbe. Bavê min ê ku di salên piştî şest û pêncî de li Meletê sînema dida şixulandin, xwedî baweriyeke qewî nîn bû; lê belê baweriya wî hebû û bi taybetî jî rûmetiyeke baş dida tiştê kevneşopî. Ji ber vî jî di cejnên Remezan û Qurbanê de ji roja êvara îdê pê ve dev ji kar û barê xwe yê dinyayê berdida, heta rojek piştî cejnê, qurbana xwe dida, mezin, naskirî û bêkesan ziyaret dikir; her wiha di her kar û xêra xwe de me jî dikir şirîkê kar û xêra wî karî.
Gava ku min didît xwîna qurbanê diherike nav axê û kêlî bi kêlî mîna ku can ji qefesê xilas dibe, her çi qas çavê min biçûna ser pêyên wê yên ku dipirpitîn û bi wî bitirsiyama jî, dîsa jî min hest dikir ku aliyekî vî karê yê manewî û serdest heye. Dibe ku ji ber viya be jî, bi salan şûn de gava ku min çîrokek nivîsand, bi qurbanê ketibûm çîroka xwe ya bi navê Mîna Elîfê Bi Tena Serê Xwe Me. Di wê çîrokê de zarokê malbatê gava ku dibîne mezinên wî qurbanê serjê dikin û bi jêkirinê rejî tekbîr tînin, li dayîka xwe difetile û dibêje, "dayê tekbîr çi ye?". Diya wî jî dibêje, "Lawo, em nefsa xwe qurbana Xwedê dikin." Bi salan şûn de ez bi nûtûqeke şerîf a Eşrefoglû Rûmî ketim wateya dinyaya vê hevokê:
"Dinya çi ye ku bo wê meriv dev ji kêliya eşqa rêya dost berde
 Ji bo wî dostê dixwazim bikim qurban va ye canekî min heye"
Wekî ku tê zanîn, di qurbanê de ji heywana ku tê serjê kirin re xwîn rêtin tê gotin; lê belê yê ku berahîn tê bexşandin nefs e.
Qurban jî wekî destnimêj, nimêj û zikatê ger û daxwaza pakbûn û nêzbûnê ye.
Qurban ji koka qurb tê û bi wateya nêzbûnê ye. Ji ber viya ye ku Xwedê (c.c) bi navê xwe yê el-Qarîb (yê ku nêz dike, yê ku dide nêzkirin, yê ku nêz dibe) bangî ebdê xwe dike ku nêzî Wî bibin.
Tenê çeşnekî nezirkirinê ye, qurbankirina nefsê ye.
Zikat hesta xwedîtiyê; nimêj pakbûna bûyînê ye.
Heta şanzdeh saliya xwe jî ku ji malê veqetiyam, min wêneyê ku Karakoç bi awayê "qurbana li ber pê dirêjkirî" vedigot, didît. Bavê min ê ku delegeyê CHP'yê bû û carinan nimêj dikir, gava ku gotin dihat ser qurbanê, min bi salan şahidî kir ku çiqas bi hestyar e.
Sitendina beran, bazara wî, avêtina wî ya ser gerdêle an jî faytonê, anîna wî ya malê, li baxçe xwedîkirina wî ya rojekê, çêbûna dostaniya me û beranî; rojek li pey, piştî nimêjê ziyaretkirina goristanê, xemilandina qurbanê, dawiya dawî hatina qesab, bi dua û tekbîran serjê kirina qurbanê, herikandina xwînê, parîkirina post û goştê wê, îhtimama gava parîkirinê, veşarî û edeb... Van tiştan ji zaroktiya min mane û di tûrikê min de civiyane, her wiha min ji hestyariyê re amade kirine û dikarim bibêjim ku di bingeha zanavê min de jî cî girtine.
Di van rojan de ku em zêde hewceyê dayîn û sitendina tesediqan in, bi taybetî ji bo hêsîr û feqîrên welêt kirina xêrekî, rakirina destê wan û bi awayekî dermankirina derdê wan, wek îbadeteke herî xalis dertê pêşberî meriv.
Qurban, hem ji dilxwaziya pakbûn û nezirbûnê tê, hem jî wateyeke wê ya cihê ya ji aliyê civakî û exlakî ve jî heye. Dîsa aliyê wê yê başî û xêrê jî heye.
Wekî bavê min gelek mirovên welêt, di qurban û cejnên din de bi taybetî hewl didin ku barê hêsîr û feqîran sivik bikin û dilê bêkesan kêfxweş bikin. Baş e ku dikin û baş e ku ew hene.
Her çi qas Îbnî Arabî gotibe, "Sedeqeya herî bi xêr, bi taybetî tesediqkirina xurûra mirov e" jî, rêyeke wê jî di serjê kirina qurban de derbas dibe.
Hin ehlên îrfan û ramanê ji ber ku zêde li ser wateya sembolîk a qurbanê disekinin, li dijî serjê kirina heywanan in. Bêguman di nav fikr û ramanan de qîmeta vê fikrê jî heye. Kewserê Hz.Fatima, wenharê jî Hz.Huseyn û bi vî awayî wek qurban didin wesf kirin.
Vana jî di nav dewlemendiya muazzam a îrfanî de dikarin ji xwe re cih bibînin.
Lê belê, divê meriv bal bide kişandin ku ev îbadet bi sed salan e bi vî awayî hatiye û wek tarîxa mirovahiyê jî kevn e.
Ji ber ku qurban hem pakbûnek e, hem nezirbûnek e, hem tesediq û hem jî meriv nêzî Xwedê dike; ji bo mirovahiyê û welatê me ku di rewşeke tengbûn û kabzê de ne, dibe ku bibe mizgîniya biharê, şahiyeke Rehmanî, hêvî û keliya rabûna ser xwe. Divê bibe jî.
Cejn, ji bo ku em dert û kulê hêsîr û feqîran fêm bikin fersendek e.
Ji dil berî dayîna kîn, hêrs, nefret û xudbîniya ku divê ciyê wan ne dil be fersendek e. Lewre dil bi xwe mala Xwedê ye ku navekî Wî jî Rehman e.
Mîna ku Tûrgût Ûygar van rêzan ji bo rojên qurbanê nivîsandibe:
"Saetê em bi hevûdin re saz dikin saeteke zengildar
Tu dixemilînî dilê me
Pirî caran dilê me têr dike û bi tirs
Bi xwe derxistina piraniya xwe..."
Di serî de li başûrêrojhilat ê welêt, li çolterên hundir û bakûr, li taxên derve yên Stenbol û bajarên mezin ên din xizanî hingî diçe zêde dibe. Bêguman çareserkirina xizaniyê tenê bi alîkariyan nabe. Bi vana re an beriya vana û pêş de hin karên mayînde ku divê bên kirin hene. Her wiha ji bo ku meriv bandora xizaniyê ya ku jiyana civakî û manewî dirizîne ji ser xwe rake, divê li ser wateya wê ya metafîzîkî jî bê sekinandin. Divê firqa di navbera feqîrî û xizaniyê de baş li hiş û ruhê me rûnê.
El-Huseynî yê bavê Seyda ku zanyarê mezin ê Rojhilat e, dibêje, "Xizanî, rêya herî xweş a ku meriv digihîne Xwedê ye." Lê belê ev ne ew xizanî ye ku îro bûye derdekî bê derman û jiyanê jehr dike; tê wateya neçariya mirov a li hemberî Xwedê û meznahiya ku bi vî awayî meriv digihîjê. Dîsa tê zanîn ku praniyê nebî û zanyaran xizan bûne. Bêguman xizanî îro nexweşîneke wisa ye ku bi destê kapîtalîzmê mezin bûye bi têgihînên wê yê mîna, "tu bixwebite ez ê bixwim" û "kî ji birçîna dimire bila bimire çi bi min ketiye" kûr dibe. Her wiha nexweşîneke civakî ye ku bi destê polîtîkayên aboriyê yên çewt hingî diçe belav dibe. Ha, Qurban, xwediyê qewet, dînamîzm, hêvî û xêreke wisa ye  ku bi gotina helbestvan, "Dikare piraniya xwe bi xwe derxe holê" û me jî ji nav vê bêçaretîyê derxe. Ji bo taçbûna xweşî, başî û xweşikiyên kesayetî û civakî, em hewceyê vîya ne. Û dîsa ji bo çareserbûna pirsgirêkên me, vebûna pêşiya derfetên empatîyê, zêdebûna şewqa me ya alîkariyê, mezinbûna hêviyên me yên vê dinyayê û dinyaya din em hewceyê vîya ne.
Qurban, xîretkêşîya Xalis û enîsbûna ji bo Xwedê ye.
Xîretkêşî, ne hewldaneke ji rêzê ye, ew xîret e ku meriv digihîjîne Rizaya Wî.
Xîretkêşî bi bê hewldan, Riza jî bi bê xîretkêşî bi dest nakeve.
Qurban, rijandina xwîna xurûrê ye û gihîştina Canan jî tenê bi derbasbûna can dikare pêk bê.
Ger ku Qurban, li ser navgînekî nêzbûnek be; xwîna ku tê rijandin jî nezirbûyîna Hz.Îbrahîm an jî tesediq yan jî mihebbeta ehlê beyt be; yê ku bangî me dike ku navê Wî yê el-Qarîb be; çi îcabê ew qas şer û niyaz, nîqaş û xirecirê dike. Em li halê xwe binêrin, rewşa ku mihraqên şer û torên nîfaqê yên navneteweyî dinyayê kirinê bibînin, rê û rêça xwe rast bikin û neyên lîstikan. Mîna Hecî Bayram ê ku mîmarê manewî yê Enqereyê ye em şad bibin:

"Çi bû vî dilê min, çi bû vî dilê min
Bi derd û xeman tijî bû vî dilê min
Şewitî vî dilê min, şewitî vî dilê min
Di şewtê de derman dît vî dilê min

Cejna min e niha, cejna min e niha
Bi yar re cejn dikin niha
Hemd û sena bin, hemd û sena bin
Bi yar re kir cejn vî dilê min"

ji Tirkî: azîz samûr

 
< Önceki   Sonraki >
"Ayrılığa ulaşsaydık, ona kendi acısını tattırırdık." İbn Arabi  

SADIK YALSIZUÇANLAR,
ARTIK BÜTÜN KİTAPLARIYLA
PROFİL’DE…

sEsLi kiTaP

C’nin Hazırlanmış Hayatı
 
 Sesli Kitap.. Hazırlayan: Nisan Kumru
Bir ve Hep
 
Küf
 
Hiç  
 

BİRLİK