JA slide show
Anasayfa arrow Nivîs
Nivîs


Li ser dostanîyê
Yazan Fethi Gemuhluoğlu   
03.02.2009 16:34
 Ezbenî,
Yê sifteh, yê dawî, yê zahîrî, yê batinî slav dikim. Xwedîyê siftehê, dawîyê, zahîrî û batinîyê Xwedê. Xwedî slav dikim. Xwedîyê heqîqetê slav dikim. Rastî  xwe, çepî xwe, pêş û paşîya xwe slav dikim. “Xwegîhandina Nepenîya Levlâkê” slav dikim. Dayîka  wî, dayîka min Hatîce û Fatîmayê slav dikim. Çihar-î Yar-i Gûzînê slav dikim. Erkan-i Erbaa: Selmân, Mîkdâd, Ammâr, Ebû-Zerr slav dikim. Îmameyn-î Muhteremeyn slav dikim. Tâîfe-î  eccînîyê slav dikim. Mû’mîn û mislimanên wan slav dikim. Û we slav dikim.
 
Rojên Nêzîkayiya Dost
Yazan SadıK YalsıZuçanlaR   
03.01.2009 17:03
 Helbestvanê Zanyar Sezaî Karakoç di nivîseke xwe de dibêje, "Mu'mînê berahîn ew e ku heta nimêja xwe diqedîne, dinya, li ber pêyên wî mîna qurbaneke serjê kirî disekine."
Sekinandina qurbaneke serjê kirî ya li ber pêyên min, wêneyeke wisa ye ku ji rojên zaroktiya min maye. Çawa ku piştî çilî herkes di hişê xwe de sînemayeke bihuştê çê dike, ez bawer im dê wisa jî wêneyêkî wan ê qurbanê, yê bi vî rengî jî çêbûbe.
 
HER DER KERBELA
Yazan SadıK YalsıZuçanlaR   
03.01.2009 16:57

sadik

Di demeke wiha de ku li çar alîyên cîhanê xwîna mazlûman tê rijandin, wexta bîranîna Kerbelayê ye. Ez Kerbelaya dilperitî me, hêstirên çavên Alî me, goştê canê wî me, xwîna rehên wî me, canê Alî me. Gelo li ba Hezretî Pêxember ji Alî bi qîmettir kî heye!? Ez xemgînîya nava dilê Alî me, ez Huseynê wî me. Ez efendîyê şehîdan im, ez Hemze me.
Ez şûrê Alî me ku ew şûr ji meydana şer re hatîye şandin, ez Zulfîkar im. Kîjan gotin dikare ji min tûjtir bibe! Ez sirrê nav dilê Zeyneb im. Ruhê Sakîneyê me.
 
"Ayrılığa ulaşsaydık, ona kendi acısını tattırırdık." İbn Arabi