|
|
| HER DER KERBELA |
| Yazan SadıK YalsıZuçanlaR | |
| 03.01.2009 16:57 | |
|
Ez şûrê Alî me ku ew şûr ji meydana şer re hatîye şandin, ez Zulfîkar im. Kîjan gotin dikare ji min tûjtir bibe! Ez sirrê nav dilê Zeyneb im. Ruhê Sakîneyê me. Ez baskên Cebraîl im, êtîmê Muhemmed im. Wî ez mezin kiribûm, ew bi xwe jî êtîm bû, stara êtîman bû. Ez mala wî me. Ez nîjada wî, xwîna wî me. Ez Kerbela me. Werin binê baskên min; lewra ez sewana canfîdayê wî me, ez konê wêrekî û bêhnpakîyê me. Hurr, yekî wisa bû ku rêya gelek kesên bawermend birîbû û şûrê wî bi xwîna gelek mazlûman sor bûbû. Gava ku ji nav dijmin derket û ber bi min ve dihat, pêşî leqayî Eba Ebdullah hat. Li ber konên Haremê sekinîbû. Silav da Eba Ebdullah û bi gotina xwe ya, "Ez guhehkar im, rûreş im, sûcdarê ku rêya we birî ez bûm." bexşandinê xwest. Zarokên min Hurr dîtibûn û jê tirsîyabûn. Ji bo bexşandinê hewar û fîzar dikir. Li hev diçû dihat, gotinên poşmanî û tobeyê ji devê wî derdiketin. Ji min pirsa, 'Gelo vê vegera min û poşmanîya min dê bê qebûlkirin?' kir. Min jî got, "Dê çima nê qebûlkirin, ê ku vedigere mîna ku hîç tiştekî nekiribe." Çawan ku gotinên min bihîst, mîna ku dunya bû ya wî, li ber rehma Xwedê kêfxweş û dilgeş bû. Li ser wê dilcoşîya xwe vê pêşnîyazê kir, "Ji kerema xwe re destûr bidin min, da ku ji îro pê ve di rêya we de xwîna xwe bidim rêtin. Fersendê bidin min, heta ku Xwedê qewetê daye milên min, bila şûrê min ê di kefa destê min de xwîna yên ku gef li we dixwin birijîne." Li ser van gotinên wî, Eba Ebdullah bangî wî kir û ew got, "Ey Hurr, tu mêvanê me yî, ji hespa xwe peya bibe û kerem bike da ku em te qebûl bikin.' Carekê te ji Muawîye re nameyek bi vî rengî nivîsandibû: "Ez ditirsim ku peywira xwe baş neynim cih û heqê berpirsyarîya xwe baş nikaribim bidim. Ji ber vê sedemê ye ku bi te re şer nakim. Tê ser dilê herkesî û dibêjin ku şikra ez ditirsim. Ez wiha bawer dikim ku ne hewceye meriv bi zaliman re şer bike; lê belê gava ku ji Mekkeyê derketim, di nîşeya xwe de min wiha nivîsandibû: Ez ji bo ku misilmanan berîhev bidim, harbibim û zilmê bikim ji Medînê derneketim. Ez tenê ji bo ku ummeta kalê xwe rast bikim, rêya bavê xwe bidim vejîyandin qîyam kirim." Ka gelo egîtên ku li ber zilmê berxwedidin li ku derê ne!? Gava ez hîn bûm ku Muslîm şehîtbûye, min got, "Gelo hûn nabînin ku edalet hatîye wêrankirin? Hûn, ên ku miletê berîhev didin û xerabîyan dikin nabînin? Hûn nabînin ku kes li ber zilm û fesadê berxwenade? Li dunyayekî di bin zilm û zorîyê de, divê mumîn canê xwe hîç nebînin gelo? Ez Îmam Huseyn im, barê pişta min ev e, ji ber vîya qîyam dikim. Di demeke wiha de ku dunya bi şûrê zilmê tê wêrankirin, ez mirinê derîyê aramîyê dizanim. Hetanî ku ez bi zalim û zordestan re bijîm, mirinê hildibjêrim û hêvî dikim." Gava ku di binçavîya hezar leşkerên siwar de min dibirin Kûfeyê, vê gotinê xistibûm hijê wan: "We dît ku Sultanekî zalim rabû û bixwaze hêmanên Xwedê biguherîne, malê hemû bawermendan bixe binê teserufa kesekî, sînora bipelçiqîne û serûbin bike, xwîna misilmanan bêqîmet bibîne; hûnê li hember kirinên wî bêdeng bimînin gelo? Ger ku wisa be sibê roj hûnê di şûna wî de bikevin nav agir. Îro yên ku bi heqê hêsîr û feqîran seltenat dikin wiha nin. Ji Xwedê natirsin, sînorên îlahî hîç dibînin û binpê dikin. Beytu'l-mal ê misilmanan talan dikin. Wisa be bêdeng nemînin, xwe nekin mîna wan. Çûndina li ser rêça hêmanên kalê min û bicihanîna destûrên Wî, pêşî dikeve ser min." Tirsa xwîna mirinê ketibû nav dilê herkesî. Hêrsa yên ku dilên wan ji qûşxaneya li ser agir sortir bû û zêdetir diqelîya biserket. Şîmr, yek ji van ê dilkevir bû. Destûr sitend, rabû pêya û wiha got: "Ey emîr, bêguman ew ne li hişê xwe ye, êdî Huseyn di destê we de ye, ger ku ji vê xirecirê xelas bibe, xelasî tune ji we re û dê we sax nehêle. Ew gav dê karê me zêdetir bikeve nav tevlihevîyê. Qey tu nabînîyî ku çiqas zêde alîgirê wî hene; çiqas girêdayê bavê wî û yên ku li ser rêça bavê wî diçin hene; çiqas tê hezkirin. Dê sibê êrîşê virê bikin û dunyayê li serê we xera bikin." Agirê nefreta di nav dilê Ûbeydullah de ku razandîbû bicarekê ve şîyar û gurr bû, hişê xwe anî serê xwe û bi xwe ve hat. Piştre li Şîmr nihêrt û ji wî re got, "Tu rast dibêjî". Dûre berê xwe da kurê Sa'd, bihêrs û bi xezeba nav dilê got, 'Vî nezanî hindik mabû aqilê me tevlihev bike û bibe sedemê ku di nav xefletê de em bên kuştin û binaxkirin." Piştî vê gotinê bêsekin jê re nameyekê nivîsand û wiha got, "Me tu neşand wirê ku li me şîretan bikî. Tu wezîfedarekîyî. Çi bê gotin, çi bê fermankirin divê tu bikî. Li te çi ferman bikim, bê pirsyarî bîne cih. Ger ku tu vîya neynî cih hanhaneka dev ji peywira xwe berde û xwe bide alî." Şîmr nameyê girt û roja Tasûayê, wexta esrê gihîşte Kerbelayê. Ji bo Huseyn ew roj rojeke gelek bi zehmet bû, ji alîyê xêrnexwazan re hatibû dorpêçkirin. Şîmr nameyê da Umerê kurê Sa'd. Huseyn di dilê xwe de derbas dikir û difikirî ku dê ew bibêje, "Ezê bi nevîyê Pêxember re şer nekim, ez ê xwîna wî nerijînim." Bi vî awayê dê li stûyê wî bixista û biketa şûna wî. Wekî ku hêvî dikir nebû. Artêşeke ku ji sî hezar kesî pêk dihat, dora konên Huseyn dorpêç kirin; mîna lehîyê bigurrînî herikî û kelekel pê ket. Dengên hesp û însanan li nav hev ketin û li çolê olan dan. Zeyneb, li binê çadirê, li ber serê Zeynelabîdîn ê ku nexweş bû disekinî. Bi carekê ve xwe avêt derve. Hêzên dijmin hingî ku diçû nêz dibûn. Ber bi çadira Huseyn ve bilez bazda, bi hewleruhî xwe avêt hundirê çadirê û got, "Birawooo rabe! Rabe ma qey tu wan nabînîyî? Ka li derve binêre çi dibe? Huseyn, bi dilekî rihet û bi bêhneke fireh ji Zeynebê re got, "Bêhna xwe fireh bike, niha bi kalê xwe re dipeyîvim. Ji min re dibêje, Huseynê min, tê di demeke nêzîk de werî cem min, em ê li bihuştê bi hev re bin, jihevdûrbûn diqede, em ê bigîhîjin hevûdin." Zeynebê, perda çadirê rakir û dengê neyarê ku xwîn ketîye çavên wan guhdarî kir, li esman nihêrt. Stêr dişemitîn, pêdiketin, ditemirîn û keskesoreke bi sorî ve xwe nîşan dida. Tu tişt mîna şeva Aşûrayê ji Zeynebê re zehmet nehatibû. Vegerîya çadira xwe. Lazim bû ku çek bêne amadekirin. Cevnê ku azakirêyê Ebûzer bû, li çadira kêlekê amadeyîya çekan dikir. Huseyn ji wan re gotibû ku, "Îşev çadirên xwe nêzî hev bikin." Di wê şevê de ku Zeynelabîdîn nexweş bû û Zeynebê jî bi hêvîya başbûna wî li ber serê wî disekinî; Huseyn li çadira kêlekê, bi alîkarîya Cevn şûrê xwe tûj dikir û wiha digot: "Ey zeman! Tu çiqas zalim î! Meriv ji dostan dûr dixînî! Belê tu wiha yî; lê belê Tu tiştek di destê te de tune. Me, li ber fermana Wî stûyê xwe xwar kirîye.' Zeynebê îskînîyê xwe diavêt nav xwe, bi Zeynelabîdîn re bêhna xwe girtibûn û di nav bêdengiyê de Huseyn guhdarî dikin. Girî la wan kêm bû. Zeynebê dawîya dawî xwe negirt û bi birazîyê xwe re hêstirên çavên xwe berdan, îskînî bi herduyan ket. Hewar û gazî dikir, ber bi çadira Huseyn ve diçû û digot, "Xwedewo, çi dibû ku min rojeka wiha nedîtaya! Xwedawoo, Te canê min bisitenda; lê min şahidîya vê keserê nekira!.." Çawan ku gihîşt çadirê, xwe avêt hundir, nêzî Huseyn bû û serê xwe sipart sînga wî. Huseyn jê re digot, 'Xwişka min a delal, xemgîn nebe û bisebr be. Bila şeytan şefqet û merhemeta te ji te nestîne. Tu jî dizanî ku kalê me resûlê Xwedê bû, ji min û te mezintir bû. Bavê min, dayîka min, birayê min li pêş min bûn, biqîmet bûn. Ka li wan binêre ku ew hemû ber bi warê axretê ve koçkirin. Ez jî diçim cem wan, digihîjim welatê xwe yê berahîn." Zeyneb jî jê re got, "Ez qurbana birayê xwe me. Tu rast dibêjî, yên berîya me çûn. Kalê min, bavê min, birayên min ji dinyayê çûn. Çend kesên ku bi heyînên xwe aramî didan dilê min hebûn. Ger ku te jî winda bikim, ez ê ji niha pê ve çawa dikaribim di binê giranîya vê dinyayê de bisekinim?" Huseyn zûzûkan gazî Ebbas kir û jê re got, "Nesekine, çend merivan bide ba xwe, herin ji wan fêm bikin, ka gelo agahîyek heye tune hîn bibin?" Ebbas çû û ji wan re got, "Birayê min dixwaze hîn bibe ka gelo em ê kengê şer bikin." Umer jî ji Ebbas re got, "Here û jê re bibêje ku ya bila teslîm bibe, yan jî dê bimire." Ebbas fetilî û Huseyn da agahdarkirin. Huseyn li ser vê agahîyê fetilî, li rêhevalê xwe nihêrt û got, "Em ê teslîm nebin, hetanî ku xwîn di canê me de hebe em ê şer bikin. Niha here, bixe hişê wan û bila bizanibin ku ev ne meseleyek wisa ye ku Huseyn ji bo şeveke din jî zêde bijî, vê pêşniyaza we fersend û xenîmet bibîne. Ez dixwazim ku îşev li hizûra Rebbê xwe îbadetê bikim û bexşandinê bixwazim." Huseyn wê şevê bi nîyaz û duayê derbas kir. Bi ronahîya serê sibê re wiha bangî dostên xwe kir: "Hûn ronîya çavên min in. Ji we hemûyan kêfxweş im û heqê we gelek li ser min heye. Tu fikar û tirsek di dilê min de tune. Vîya baş bizanibin ku derdê wan ez im. Ger ku hûn li pey min hatibin, destûr didim we hemûyan, hûn azad in. Dilşikestineke herî biçûk jî dê neyê ser dilê min, ew kes ê ku wiha bifikire jî bila rehet be." Hezkirî û rêhavalên Huseyn, bi dilên xwe yên peritî, bi çavên xwe yên girî, bi canên xwe yên ji qurbanbûnê re hazir, bi anîyên xwe yên nûr, bi heyranîya xwe yên rêya Huseyn; herkesî li Huseyn nihêrt û bi yek gotinekê gotin, "Em qurbana rêya te ne". Gava ku Kerbela bi ronahîya pêşî a serê sibê re hat şûştin şer destpêkir. Gava ku ew bişewitin, ez ê çawa hênik bibim? Qasim sêzdeh salî bû. Yadîgarê Hesen bû. Şûrekî li gorî telê wî nehatibû dîtin. Bê şûr, tenê bi wêrekîya xwe hespê xwe ajotibû nava neyaran. Bi derba ku li serê wî ket ji hespê xwe de ket xwarê. Piştî ku li erdê gêr bû, di nav xwîn û êşa birînê de hewar kir û got, "Apooo... alîkarîya min bike; apooo... min bibîne, bigihîje min." Bi dehan leşkerên Umer ên ku çav li wan tarî bûbû, li dora wî civîyabûn û dixwestin ku li stûyê wî bixin; lê belê bi dîtina çavên xwe nihêrtin ku çi bibînin... Dîtin ku Huseyn mîna şêrekî ku ber bi nêçîra xwe ve bihêz tevdigere, hespê xwe bi ser wan ve diajo. Wekî rovîyan vir de wir de revîyan. Ê pêşî ku xwest serê Qasim ji ucûda wî biqetîne û li ser wê armanca xwe ku destê xwe bilin kir, bi carekê ve di binê pêyên hespê xwe de gencegence bû. Der û dor di binê toz û tubareke wisa de mabû ku çav çavan nedidît. Piştî ku xirecir qedîya Huseyn serê Qasim danî ser çokên xwe. Qasimê reben ê biçûk digirîya. Heta ku qewet di canê wî de hebû, serê xwe bi sînga Huseyn ve baş dişidant, ji êş û elemê birînan neditevitî, pêyên xwe li erdê dixist. Êdî zêde tebat nedihatê û dipirpitî, hetanî ku ruhê xwe teslîm kir serê wî li ber dilê Huseyn ma. Huseyn, laşê wî yê bêcan hemêz kir û ber bi konan ve meşîya. Piştre li bedena xwe ya ku di nav xweynê de mabû nihêrt, bi dehan birînê kêran dît, sîya şûr li ber çavên wî çû û hat. Li ser serê wî hênikayîyek çêbû. Nihêrt, ewrek dît. "Di pêleke wiha de, ew jî kî ye ku ser germa tavê ya ku dişewitîne digre?" Ewr bang kir û got, "Gava tu hatî dinyayê yê ku mizgînê da bavê te, yê ku qumatika te bi dîya te re pêçand ez bûm; ez ne ewr im, ez Cebraîl im. Tu bibêje, ji bo te çi bikim, canê min bixwaze bidim." Huseyn jî jê re got, 'Çima tu hatî, ne bi dilê min e ku tu ser min dikî sî, baskên xwe hilîne; lewra tu nahêlî ku kalê min ji esman min bibîne, tu jê re dibî asteng. Dev ji min berde, here li ser birayên min baskên xwe veke. Nesekine, xebera min bigihîjîne Necefê. Bibêje ey Alî, bigihîjê kurê te dimire. Ji bo ku cara dawî li ber sînga xwe wî hemêz bikî bazde, bilezîne... Bila were, serê min bide ber sînga xwe, min di nav milên xwe de hemêz bike, bila Kûfeyî jî bibînin, bila bibînin ku bavekî min ê mîna Alî heye.' Dijminê ku çavên wan têr nabin, ax ku çi ax? Cebraîl baskên xwe li ser şehîdên ku di agirê çolê de dirêjkirîbûn vekir. Mîna baranekê, li ser herkesî de wekhev barîya. Huseyn bang kir, "Nesekine, here ji min re dayîka min bîne, ev agir min naşewitîne, hesreta dayîka min janê dide dilê min." Cebraîl xwar bû, baskên xwe bi xwîna Huseyn da. Qîrînekê ji dilê Huseyn bilind bû. Cebraîl ber bi esman ve bilind bû, hingî çû ji ber çavan winda bû. Çavên neyaran ji xwînê têr nedibû. Vê carê Malîk derket û hat. Careke din şûrê xwe li serê Huseyn ê ku bi xwînê hatibû şûştin xist. Serê wî bi giranî birîndar bû, belav bû. Ev jî ji wan re Têr nekir, Ebûlhûlûk derket pêş, kevana xwe tikand û tîrê xwe berda serê wî yê birîndar. Dûre Hasîn derket pêş, diranên Huseyn şikand. Ebû Eyyûb û bi dehan kesên pey wî yên ku tîyê xwînê bûbûn dan pey hev û hatin. Hinek ji wan tîrê xwe diavêtin ucûda wî ya birîndar, hinek ji wan riman li canê wî dixistin, hinek ji wan jî keviran diavêtinê... Dilê Ebû Eyyûb rehet nebû, bi destên xwe tîrekî di qirika wî de derbas kir. Hingî wan lêdixist, Huseyn jî şikur dikir. Destên xwe yên ku bi xwînê hatibûn şûştin radikir û sebr dikir. Ji nişka ve dengekî hat bihîstin, ji nava erd û esman dengekî hat. Erd û esman lerizîn, ev hatina Cebraîl bi xwe bû. Hêdîka nêzî Huseyn bû. Bi baskên xwe birînên wî miz da, bi silavên herî xweşik silav lê kir, mizgînên herî mezin dayê. "Wir de herin, xwe bidin alî, Pêxemberê dawîyê (s.x.l.) tê. Kalê wî tê dîtina şehîdê xwe, Huseynê xwe." Tu tiştekî ewqas dilê Huseyn dilxweş û dilgeş nekiribû. Birînên ucûda wî bi carekê ve baş bûn, xweyn sekinî, êş danîn, ji tîbûnê xelas bû. Cebraîl mizgînîyê dida, 'Wir de herin, xwe bidin alî, şêrê Xwedê tê. Sultanê alîyê din, ji bo ku agirê hesret û kesera nav dilê xwe, bi kurê xwe bide tefandin tê. Hesenê ku kezebên wî bi jehrîyê zeng girtîye tê, dayîka wî ya ku bi şevan xewna xwe feda dikir tê, ji bo çavên wî girêbide, ji bo ku ew wî bikşîne ba xwe jina herî bixêr tê, Fatima tê." Huseyn gava ku çavên xwe vekir, li ba xwe Hezretî Pêxember (s.x.l.) dît. Serê wî dabû ser çokên xwe. Kalê xwe dît. Êşên xwe ji bîr kir, ji can derbas bû, di dilê wî de gul dest bi vekirinê kirin, dilê wî bû gulîstaneke sor. Çavên xwe ber bi dijmin ve fetiland, heta ku bêhna wî têr kir qîrîya, "Wexta di şûna stêrkan de ji çavên Zeynebê xwîn hat, min bikujin! Nehêlin can di min de bimîne, bilezînin, ji vê dinyaya zalim min xelas bikin, min bikujin. Bila dinya ya we be, min bişînin warê min ê berahîn." Vê carê yekî din ku çavên wî tarî bûbûn xwe avêt pêş, xençerê di dilê wî de derbas kir. Ez Kerbala me, hewarekî bi min girt. Heware, gidîyano heware, Huseyn winda ye. Huseyn nayê dîtin. Xwe avêtîye sîwanên ji nûrê. Cebraîl Huseyn vedişêre, Huseyn xwe ji ber çavan veşart. Ez dilê Huseynê xwe me, tenê ew tê dîtin. Qatil bi paş ve vekişîyan. Li ser serê Huseyn Alî dîtin. Wan jî bi çavên xwe Alî dîtin. Melekên ku baskên xwe li hev dixistin hatin dîtin, Cebraîl hat dîtin. Ez laşê Huseynê xwe me ku ji xwîn û nûrê nayê dîtin. Bi tena serê xwe me. Ji Xwedê pêştir îlah tune, ji çolê ber bi esman ve dengê min bilind dibe. Xwîn li sûretê Pêxember ket, sûretê Wî yê mubarek bi xwîna Huseyn hat şûştin. Xwîn zaliman girt, çol bû behra xwînê. Fatima bi şîna Huseyn erd û esman tije kir. Sakîne di çadirê de xwîn girîya, Zeynebê ket nav ewran. Qîyamet ji bo roja Aşûreyê şîn girt. Pêxember girîyan, çerxa dinyayê hatibû dorpêçkirin. Şaxê Necefê li serê xwe xist û girîya, zarîna wî dinyayê daqurtand. Pêxember rakir îmameya xwe û serê wê vekir. Erd û esman dest bi lerzê kir, Cebraîl baskên xwe kişand. Ziman hatin girtin, çav hatin kişandin, dest hatin şikandin, mil ketin. Sînga Huseyn a birîndar bi gîzma cellat hate pelçiqandin. Çawa gunehê te bi xezalê nat, ey nêçîrvanê bêxwîn? Vê gotinê têrî te nake, qîyamet îcabê te nake. Cehennem îcabê te nake, bihuşt îcabê te nake. Çawa gunehê te bi mesûmê Fatima, bi canê Alî, bi çavê Mehemmed nehat? Dinya îcabê te nake, axret îcabê te nake. Gotin nagihîje te, agir nagihîje te. Bê dayîna avê kîjan qurban hatîye jêkirin ey mel'ûn, ziman û lêvên mesûm ji tîna şewitî, bêav ma, dilopek av bidinê. Kîjan xençer qirika yê ku kezeba wî bi agir şewitîye dikare jêbike? Ez Kerbela me ey Muhemmed. Ji çavên min ne sitêrk, xwîn tê. Ey Muhemmed, di agirê çolê de min xençera zilmê xwar, ketim destê zaliman. Ey Mehemmed, ji bo xatirê dilê min ê jankirî, ji bo xatirê xwînên ku bêguneh dirijin, ji Wî re hewar û fîzar bike, ji bo xatirê navên Wî yên xweşik nîyaz bike, bila roja rabûnê yên ku di rêya wî de çûne bibexşîne. Huseyn bi gotina dawîyê şahidî kir. Rûyê erdê reş li xwe kir, erd hejîya ey Huseyn. Bayê Sabayê hat. Cebraîl taca xwe hilanî û girîya ey Huseyn. Qendîl temirîn, Kerbela bixwînê hat şûştin ey Huseyn. Sakîne kete nav lepê zaliman, mala dostên te hat talankirin ey Huseyn. Xerîbê Kerbelayê tî hat kuştin, esmanên Xwedê xera bûn ey Huseyn! SADIK YALSIZÛÇANLAR wergera ji Tirkî: azîz samûr |
| < Önceki |
|---|