JA slide show
Dem
Yazan Serhat Sınır   
27.05.2012 23:17
 Qasî ku ez dizanim herfa ewil û ya dawîn elîf e.
Di vê rewşê de, wek peyveke ku bi elîfê dest pê dike û
dîsa bi elîfê dawî dibe, lale, heke mirov wek llae binivîse wek
lale nayê zanîn. Lale Allah e, Allah bi elîfê dest pê dike û bi
elîfê dawî dibe. Ya rast bi ‘he’ ya bedew ve dawî dibe, lê bes
dîsa ‘he’ ya bedew jî cûreyeke elîfê ye. Her çi carê ez he ya
bedew telaffûz bikim, min dikşîne hundirê xwe û bandorî min
dike, ez di nav de winda dibim. Bedew û he.

Du bedewî û
hêsayî digihêjin hev. Min wisa tê ku rewşa me ya dema ku em
hatine dinyayê herî baş he ya bedew îfade dike. Tiştek saf, sivik,
sade … Em paqij tênê dinyayê. Xwezî gava ku em diçin jî
bikaribin wisa herin. Ma ev yeka mumkîne? Bi ya hinekan ev
yeka mumkîne. Hin kesan nas dikim ku eynî mîna ‘he’ ya
bedew in. Tu li cem wan, tu tengasiyekî his nakî. Mîna ‘he’ ya
bedew, saf û bêgiranî nin. Herhal ewana dilbendeyê gotina xwe
dimînin. Wek pitika nin. Dema bûyîna xwe her diparêzin. Gelo
însan çawa dikare seranserê emrekî wêya biparêze? Diaya
Harekanî wiha bûye: Xwedayê min! te, ez saf û temîz anîm
dinyayê, ez dixwazim di mirinê de jî eynî wekî ku te ez şandim
dinyayê vegerim cem te. Çi diayeke xweşe ne wisa? Kurtebêjiya
tevahiya jiyanekê ye. Xwezî gotinên me viha bikaribin puxteya
jiyanê bêjin. Lê çi heye ku em bi qisûr û bi sinor in. Zimanê
me jî, di dil de çi hebe wêya dibêje. Ma nabêjin dil behre,
ziman jî perav. Di nav behrê de çi hebe ewa li peravê dixe.
Wexta ku ez dinivisîm, car caran zelaliyeke wisa his dikim. Lê
çi heye ku tu carî nebû ku ez tiştekî wisa binivîsim ku serî heya
dawiyê min tê de ew zelaliya his kiribe. Belkî ji bo anîna zimên
jî, çiqas peyvan îsraf dikim. Bi herfekê ve nivîsandin.
Nivisandina tiştekî ku serî û dawiya wê de elîf hebe.
Belkî jî, tevahiya herfan ji nixteyekê derketin. Elîf jî bi bi
danîna ser hev ya heft nixteyan ve pêk hat. Be jî, wek mînak li
tenîşta hev heft nixte bû, serê wan jorve tewiya.
Belkî em jî, ji nixteyê çêbûn.
Her tişt nixteyek bû, me eva zêde kir.
De her çi be… tu wate nîne ku zivir zivir dîsa behsa heman
tiştî bê kirin.
Ji xwe eva jî çîrok nîne.
Hema wisa hat nivîsîn.

 DEM... PDF

 

 

 

 
Sonraki >
"Ayrılığa ulaşsaydık, ona kendi acısını tattırırdık." İbn Arabi  

SADIK YALSIZUÇANLAR,
ARTIK BÜTÜN KİTAPLARIYLA
PROFİL’DE…

sEsLi kiTaP

C’nin Hazırlanmış Hayatı
 
 Sesli Kitap.. Hazırlayan: Nisan Kumru
Bir ve Hep
 
Küf
 
Hiç  
 

BİRLİK