
|
40 ÇÎROKÊN BINÇAVKIRINÊ Û YÊN DIN...
Di çîrokên Halit Refik Karay ên bi navê “Çîrokên Welêt” de ez pirtirîn ji çîroka “Agah Efendî” hez dikim. Piştî ku min ev çîroka bi navê “Baxçeyên Xoxan” xwend, min demeke dirêj ‘ji welatê min, dîmenên mirovan’ di hişê xwe de bir û anî. Herî zaf tiştên di binçav û lêpirsînê de bala min dikşandin.
Zêdetir bixwîne[PDF]... |
 |

|
Rojên Nêzîkayiya Dost...
Helbestvanê Zanyar Sezaî Karakoç di nivîseke xwe de dibêje, "Mu'mînê berahîn ew e ku heta nimêja xwe diqedîne, dinya, li ber pêyên wî mîna qurbaneke serjê kirî disekine."
Sekinandina qurbaneke serjê kirî ya li ber pêyên min, wêneyeke wisa ye ku ji rojên zaroktiya min maye.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
Cam û Almast...
Çîroka te wê şevê dest pê kir. Şeva ku tu ketî sala xwe ya dozdehan. Çardehê sibatê bû. Mîna her gavî tu zû raketibûy. Piştî dersa xwe ya ku te bi bavê xwe re çêkiribû, te gotibû şev baş û derbasî odeya xwe bûbûy. Li ser alîyê xwe yê rastê te xwe xwar kir û hênijîy. Di xewa te de gazî te dikir. Bi tirs şîyar bûy...
Zêdetir bixwîne[PDF]... |
 |

|
SERÛÇAVÊ MIN...
Navê dayîka min jî Ayşe ye, navê min jî. Ew heftê û du salî ye; ez, sî û sê salî me. Min hertim baweriya biyomî ya jimara sî û sisêyan kiribû. Her çiqas wiha be jî, çi dibe bila bibe, bûyera ku di serê min de derbas bû, bawer dikim ku dê ji bo min bi xêr be.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
HER DER KERBELA...
Di demeke ku li çar aliyên cîhanê xwîna mazlûman tê rijandin de, wexta bîranîna Kerbelayê ye: Ez Kerbela me, hêstirên Elî me, goştê wî me, xweyna wî me, canê wî me. Gelo li ba Pêxember ji Elî biqîmettir kî heye! Ez xemgîniya Elî me, ez Huseyn im. Ez efendiyê şehîdan, ez Hemze me.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
DI DERYAYÊ DE MIRIN...
Ez viya şeva roja bûyîna te ya sî û duduyan dinivîsînim.
Bizanide ku Xwedê ciyekî alemê bi ciyekî din ve girêdaye.
Vir daîrekê ye.
Xalekê vê daîreyê bi xalekê din ve girêdayî ye.
Ji vê bendê re em dibêjin eşq. Eşq ji navenda vê daîreyê dest bi gerê dike, nav daîreyê digere, dîsa vedigere navenda wê û wekî di wê şeva roja bûyîna te ya sî û duduyan de, ji wê deryayê derdikeve tê, tu bi min ve ji nû ve girê dide.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
XERÎB...
Gava ku ez te di nav şev, serma û qerebalixê de dîtim, ev bû hat ser zimanê min: Xerîb. Tu xerîb î. Dibînim. Niha li ser vê qenepê gava rûniştîme li çavên te û xurbetiya nav wan mêze dikim. Wêneyeke xurbetêyî tu. Tenê ev ferheng dikare te vebêje. Dibêjin ku xerîbî ji hinek mirovan re dibe hal, ji hinekan re jî dibe mekan. Halê te xerîb. Li mekanekî ecêb disekinî. Bêdeng, di halê xwe de, bi saetan...Çavên xwe ji min direvînî, piştî çend saniyan dîsa vedigerî. Bi rojan e li halên te dinihêrim.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
KURTEZANÎNÊN LI SER PIRTÛKAN...
Di romanê de li ser bûyerên siyasî-çandî yên balkêş ku di salên 1950 de li bajarokekî melbend ên Turkiyeyê qewimîne tê sekinandin. Cewdetê Pîrelî ku eslê wî ermen e, zengîn û bijarteyê vî bajarokî ye. Bi xwe CHPyî ye û jiyaneke modernî diparêze. Bijîşkekî nû tê Binkeya Tenduristiyê: Bijîşk Hayta Beg.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
Te li ba xwe ez xwestim munacatê, ha hatim, va me li ber deriyê Te me...
Gava dertêm derve çizîya bayê xwîna min diqefilîne. Dengê bajêr hatîye kişandin. Xwelîyekî heye ku zirê xwe winda kirîye; lê belê berfê ser wî jî girtîye. Lembeyên kuçeyê pêxistî ne. Rêza "Min nimêjê dît, nimêjê dişewitînin" tê bîra min. Li ser lewheyê Cûmhûrîyet Caddesî -Kolana Komarê- dinivîsîne. Lihevçûnûhatin kêm bûye.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
ÇEND BIJARTEYÊN JI PIRTÛKA 40 ÇÎROKÊN BINÇAVAN...
Ji sedema xirecirek a ku di nav min û mixtarê taxa Karşiyaka yê de derbas bûbû navnîşana mala min dabûn polêsan. Tam di vê hênê de bavê min ji derenceyan ketiye. Cîranan polêsan dane agahdarkirin. Karmendan jî hatine bavê min biriye. Buyer, êvara îna şazdehê adarê diqewime. Hahaneka min tekefonê qereqolê kir. Ji min re gotin ' Were bavê xwe bibe'. Ji ber ku li min digeriyan neçûm. Min cîranekî me şand. Gotine ku bavê wî ne li qereqolêye.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
Çiroken Mesnewiya Şerifa...
Em, bêçareyên dem ên modern ku dilê me brîndar û hişê me tehl bûye; ji aliyê xwendina çavkaniyên kevneşopiya me ya îrfanî ve, em li hemberî tengasiyên dijwar in. Ne ev tenê, em ji aliyê xwendina berhemên îrfanî û hîkemî ve jî bi pirsgirêkeke wiha re rû bi rû mane: Ji ber ku ev berhem tecrubeyên manewî yên nivîskarê wan in, em nikarin wan mîna vegotinên modern bixweyînin, têbigîhîjin û bi vî awayê ji wan îstîfade bikin. Li ser vê gotinê xebatên ku di sala pêşiya me de li ser Hz. Mewlana dê bên çêkirin, di serî de li hember talûkeyeke wiha rû bi rû ne.
Zêdetir bixwîne[PDF]... |
 |

|
Jînenîgarî...
Tarîxa 01.12.1962yan li Meletê ji dayîk bû. Zarokê duduyan ê malbateke heftzarokî ye. Bavê wî li Meletê sînemayê dida şixulandin. Di sînemaya bavê xwe de bi sedan li fîlmên xumalî û biyanî temaşe kir. Li dibistanên seretayî yên bi navê Melekbaba û Kûbîlay xwend. Pola dawiyê-Pola 8an- li Dortyola Hatayê qedand. Piştî xwendina lîseya Deneme ya Dortyolê, ket Zaningeha Hacettepe, beşa Ziman û Edebiyata Turkî.
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
Wan Çi Got?...
Sadik Yalsizûçanlar, di romana xwe ya duyemîn a Seyah de jîyana Îbn Arabî yê Endulusî vedibêje. Vîzyonên Îbn Arabî bingeha pirtûkê pêk tîne. Di jiyana Arabî de ku bi rêwîtiya navendên wê çaxê mîna Bexda, Şam, Mekke û Kahîreyê derbas dibe, halên wî yên ruhî, xeberdanên wî yên li hemherî hev, têkiliyên wî yên sofî û dostên wî re cih girtine. Yalsizûçanlar wexta ku behsa jiyana Îbn Arabî dike, li derheqê sirûşt û çanda Endulusa wê demê de jî agahî dide. Ger ku hûn dixwazin derên gereke dîrokî, pirtûka Seyah-Gezgîn mutleqa bixweyînin.
Dogan Hizlan
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
Ji Nûbihar'ê Sê Kitab...
Dîwana Mela Zahirê Tendûrekî jî wekî gelek berhemên me yên klasîk e ku Weşanxaneya me Nûbiharê ev berhema hêja derêxiste pêş xwendevanên Kurdî...
Muellifê Dîwanê Mela Zahirê Tendûrekî di nava salên 1882-1966an de jîyaye û Dîwana xwe jî di sala 1922ê ye temam kirîye...
Zêdetir bixwîne... |
 |

|
Hiç :: Flash E-Pirtûk...
E-Pirtûk

Hic Flash
Hic I PDF
Hic II PDF
Zêdetir bixwîne... |