
Gava ku ez te di nav şev, serma û qerebalixê de dîtim, ev bû hat ser zimanê min: Xerîb. Tu xerîb î. Dibînim. Niha li ser vê qenepê gava rûniştîme li çavên te û xurbetiya nav wan mêze dikim. Wêneyeke xurbetêyî tu. Tenê ev ferheng dikare te vebêje. Dibêjin ku xerîbî ji hinek mirovan re dibe hal, ji hinekan re jî dibe mekan. Halê te xerîb. Li mekanekî ecêb disekinî. Bêdeng, di halê xwe de, bi saetan...Çavên xwe ji min direvînî, piştî çend saniyan dîsa vedigerî. Bi rojan e li halên te dinihêrim. Hingî dinihêrim, dibînim ku ber bi kûrayiya nav xwe ve winda dibî, xwe vedişêrî. Tu nabêjî ku tu ji çavên min sur girtiye. Min ji tirê qey ez te nas dikirim, ketime şaşiyê. Hingî li te dinihêrim paqij dibim. Çi tiştên ku di nav min de û li ser min hene ji wan xelas dibim. Hingî li çavên te dinihêrim min dikşînî xurbeta xwe. Hingî dikevim wir bêdengiyê, nefsbiçûkiyê, tewekul û sebrê hîn dibim. Dibe ku navekî te yê din jî edeb e. Meriv, wî bi tenê dikare bi sebrê hîn bibe. Çendî ez dizanim ku viya ne tiştekî wisa ye ku bê hînkirin. Ez viya jî ji te hîn bûm. Ê te tenê bêdengî ye. Mîna ku daîrekê hebe, daîreke bûyînê ku ez nikarim bibînim; lê belê hest dikim, te li ciyekî wê xwe bi cî kiriye. Sekan. Bêdeng. Bêtebat û bisekan î, gava ku di vî halî de yî hemû alem xera bibe mîna ku venagerî û nanihêrî. Viya ez xistim nav efsûnê, gelo tu dizanî? Cara pêşî ku min dît mîna ku ez ketim nav ewrekî, ji navserê çiyakî ku berf dorpêç kiriye gêndirê xwarê bûm û ni nav wê berfa nerm de winda bûm, wisa çiziriy ruhê min ku di çavikê sîng û serê pêçîkên minde ketî ucûda min û te wisa sîrayetê sirrên canê ku wî dikir mêvan kir ku te ez dorpêç kirim, bi merhemet te ez hemêz û dorpêç kirim, bê êşandina birînên min, bi destdayînên hêdî mîna ku pansûman bikî te wan baş kir, wîzîniya di nav min de dest bi kêmbûnê kir. Êşên ku gava bê min tu çiziriy ruhê min, min bi te dida kişandin difikirîm. Xwedê ne giravî meriv tenê di dilê xwe de dikare derkeve seferê ya, tu jî ji min revîyabûy xwe, te nav xwe kiribû xurbetî. Gava ku min li te nihêrt, keresiyên wê xurbetê dît. Di nav te de çi qas ciyê tenya hebûn. Nav te mîna şikevtekê arîk bilind û bê bin û serî bû. Gava ketinê bêdengî...bêkesî...xerîbî... nediyarîyekê ku nayê kişandin...valahî...rik, poşmanî, merhemet, hêrs. Tenê bêdengî bû nav te, wekî din tu hest tune bû. Çavên te deriyê wê valahiya mezin a di nav te de. Bi nihêrtinê derî hêdî hêdî vedibû, te keremî hundir dikir. Te çi qas mesûm dinihêrt. Ev min çi qas xemgîn dike tu nizanî. Gava ku te digot va sal û nîvê min e ku bi lêviya agahiyekî te şev li min dibin sibe, em hatibûn ber derê malê. Ji bo ku derî vekim li kilîdê geriyam. Min nedît. Çend saet berê min kilîdê xistibû berîka sakoyê xwe yê aliyê çepê ê hundir. Tunebû. Em li derve man. Te li ezman nihêrt. Te got, stêr çi qas xweşik xuya dikin. Min got belê, li vê derê şev ne bi ronahî ye, ji rojê cihê bûna wê berçav e. Te got ez texmîn dikim. Çi? Ku tu li ciyekî wiha dijî. Lê belê min behsa daran kiribû ji te re. Belê. Binihêre ev alûceya reş, te dît ku min wiha nivîsandibû: gava li pacê de dinihêrim tenê gulîyekî wê û kulîlkên li ser wê dibînim...Mîna ku guliyê miz bidî te girt. Hişk bûbû. Te got, dimire. Min li tirsa di dengê te de nihêrt. Çi qas dûr bû. Te xwest ku di nav rehên biçûk ên pelên wê yên ku hişk û zer bûne de li stêrka binihêrî. Li wê derê ciyekî ku çav xwe lê digrin mirov dikare bibîne. Binihêre gava ku meriv ji vir de lê dinihêre bi awayekî din tê dîtin. Li wir de ne li stêrkan, meriv dikare li birîna xwe binihêre, mîna ku kêliya dawî ya jiyanê be. Jixwe ne wisa ye? Wisa ye lê belê mirov naxwaze li ser xwe deyne. Min, bi mehan tenê ji te peyvek, tenê dengek hêvî kir. Ji min re bêwate be jî tenê lêviya ku bi peyvekî deng bidî min sekinîm. Tu nizanî ku ev guhnedêrî çawan meriv xera dike. Niha ji min tirê êdî ez dizanim. Çima? Gava ku tu li ba min î bêriya te dikim. Gava ku li çavên te dinihêrim bêriya pêçîkên te dikim. Gava ku porê te miz didim bêriya lêvên te dikim. Mirov ji bo çi bêriya tiştekî dike? Ev tiştekî çawan e? Çima ew qas tişt zêde û mezin dibin. Mirov çawan tehemul dikin? Mîna ku em hemû di nav yek hîkayekê de bin. Binihêre ev arûng e. Li bûtikên wî baş binihêre. Di hefta pêşî a meha Avrêlê de vedibin. Bi vekirina xwe tiştekî dibêjin. Dibêjin çi? Di wan de jî şewqekê heye. Tê hestkirin ku bi daxwazekî, xwe diquncifînin. Ev jî sêv e. Pêşî bi ber pembebûnê ve diçe, pişt re sor dibe. Bêhneke ku meriv dixeriqîne li serê ye. Mîna leylaqekê li tenişta dîwar. Kokên xwe wisa berdide nava axê ku guliyên biçûk ji erdê ber bi hewayê ve şax didin, ber bi ezman ve dertên seyr û temaşeyê. Ez wan dibînim. Heta sê sal berê jî, gava ku li nava bajêr, di daîreya bi cepha bakur a bînaya sê qatî de ku dimam min nedidît. Min dar, stêrk, zinar, xwelî, catirî, rovî, bûkani, kîvroşkên kovî û kundê ku carna li ser eyna ereba min datîne nedidît. Min te jî nedîtî ye. Tu çi qas saf î. Arî û zelal î. Gava ku li te dinihêrim mîna ku xweliyê bikim çengên xwe. Lêvên te çiqas narîn xuya dikin. Gava ku meriv di kêlekê de dinihêre, diranê te yê jor ê pêşî dirûvê yê kîroşkê bi wan dixe, lêva te ya ku ser wan digre çi qas şêrîn xwanê dike. Gava ku li wan dinihêrim xwestina di nav min de mezin dibe. Ez te pir dixwazim. Pişt re çavên te. Gir, belek, biriyên te reş. Li wan dinihêrim. Gava ku li te dinihêrim ji der dor diqetim. Tişt ji ber çav diheşifin, winda dibin. Tiştekî nahêlî. Tu min jî digrî, ber bi xwe û ruhê xwe ve dikşînî û tune dikî. Tiştekî bi efsûn di çavên te de heye, nexuyatiyekî mîna dû, wekî ewr. Va ye mezin dibe. Gava ku li wan dinihêrim yanî li çavên te, serçimkên ruhê te dibînim. Va ye mirov nizane ku ruh tiştekî çawan e, te dî ku derheqê ruh de ji te pirs dikirin, bibêje ku ew fermaneke Rebbê min e. Gava pêşî ku ez viya bihîstim, min dizanibû wateya fermanê çi ye. Min ji tirê qey emir e, tiştekî derbarê emirkirinê de. Yekî ku ez jê pirsîm, gotibû emir ‘kar’ e. Kar... Ka mena viya çi ye. Karê çi? Çi têkiliya viya û ruh heye? Ruh çi ye? Çi têkiliya te bi min re heye? Va ye ez ji te hez dikim, ev ji kê derê çawan tê, vî agirî kî bi çi awayî diavêje nava min? Ev çi tişte ku min ber bi te ve, te ber bi min ve tîne? Ev meyl çawan diherike? Gava ku ez te nebînim çima xemgîn dibim? Gava ku li ba min î, çima bêriya te dikim? Tu kîy? Ruh çi ye? Çawan dibe ku ez ruhê te ew qas hest dikim? Çawan dibe ku tu min ew qas bi xwe re girê didî? Çima ez xwe winda dikim? Lê ev çi ye? Ew gûz e. Bi rastî ew e? Belê, gûza kurûsekî ye ew. Pelê hişk jêdikî, dipelçiqînî û bêhn dikî. Bêhna gûzê li ser sûretê te belav dibe. Vana te danî? Belê. Tiştekî ecêb e. Belê. Ji fîlmekî gotinê Amish tê hişê min. Karmendekî bankayê û jina xwe, xwe diavêjin mala wan. Merik, bi gotina ‘ez bilxatiyê te me’ derew diaxive. Haya Amish jê heye lê nîşan nade. Gava çandinê tê. Karmendê bankayê alîkariya tovkirina gilgil dike. Çend hefte piştre li zeviyê gilgil ku wekî zumrut dibiriqe dinihêre, ji xwe ve diçe û dibêje ‘Heware, vana min kir?’ Amish dibêje ‘ecêb nemîne bilxatî, ez bi xwe jî bi matmayîna mu’cîzeyên Xwedê hîç nekerixîm.’ Gava ku ez mala xwe anîm vê mala bi bexçe û bi dest danîn û mezinkirina fringî, xiyar û îsotan kir, gava ku min berfa ser rûyê erdê kola, xweliya ku cemed girtiye bi kolanê derxist û di xweliya germ de şaxên fêkiyan danî û çend meh şûn de ku min dît kulîlk vekirine ez jî mîna te ecêb mabûm.’ Gava ku di nav wê kaosê de bûm min ji tirê qey dunya wekî xewnekî ye; lê belê niha ne wisa ye. Niha tu heyî. Xemên te hene. Odeya tenêtiyê ya ku gava te behsa zaroktiya xwe dikir û digot heye. Te gotibû mîna bîrekî bû, gava ku diketim odê, mina ku min xwe xwarî bîrê dikir. Ber bi binê dunyayê ve... Ne ber bi binê erdê ve, vedikişîm qalikê xwe û diketim nav tenêbûnê. Mîna ku niha tu ji wirê derketibî. Pelê gûzê dîsa bêhn dikî. Ji min pirsa ‘gava ku li ser wê qenepê rûdinêy çi difikirî?’ dikî. Ez dibêjim ‘ez xwe mîna hinarekê ku li ser masê bûbe di qeşt hest dikim.’ Dibişirî. Binihêre vana mîna cînavkên pevve ne, ez, tu ew...vana mîna tirsa ku dê rojekî tenê me bikeve binê axê ne. Va ye yê min jî zaroktiyekî wiha bû. Çawan bû? Tenê bûm, tena serê xwe. Qîrîna bavê min, tundî û hêrsa wî diket hundir, diçizirî keresiyên malê, me hemûya diavêt quncikekî, çekmeceyên veşar, nav kurmên ku dolaba dikurisandin, nav cihêzên diya min ê binaftalîn, wan çavên ‘miriyê çiya yê qehweyî’ yê ku vekirî mane û di nav min de mezin bûne tijî dikir. Min digot xwesika bavê min ew qas bihêrs nîn bû ya. Diya min xemgîn mekira. Ez wî dikaribûma hemêz bikirima. Êvaran çavên min li rêya hatina wî bima. Ez dikaribûma ji wî re bikotima ez ji te hez dikim. Digirîy. Di bêdengiyê de digiriyay niha. Kezeba min dişewite gava ku li te dinihêrim, ew hêstirê ku ji çavên te yên gir û belek diçizirî, wekî guleyê helandiyê sor diniqutî ser sînga min, bişewitandinê diqelişand û derbas dibe. Wekî hinarekî qelişandîme li ser qenepeya bambû a li hemberî te...saet pênca dibihêre...çingînî ji guhên min tên, bêxew û westandî me. Piço piço belav dibim. Niha li tiliyê te dinihêrim. Mîna lutifekî ku ‘Çawan’ û ‘Çima’ yê wê tunebin. Xwe nêzî te dikim û destê xwe didim wan. Serên pêçîkên me bi hev dibin hêdîka. Mîna ku hev maçî bikin. Bi te re tecelliya navê Kûddus tê dîtin. Tu dizanî ku tecellî naz û nûz e, naz û nûz jî ev e ku şeva gerdekê bûk pûşiya xwe vedike. Hingî li te dinihêrim, tişt winda dibin û ruhê te xuya dibe, hingî tewqên ucûda min bela dibin û dişkên perde vedibin, gîzên ruhê te hev bi hev dipeşikin. Niha li sirrekî te dinihêrim. Wî bêhn dikim. Her gavê te bi çavekî cihê dibînim. Her gavê li sûretekî te yê nû dinihêrim. Tecelliyeke bênavberî heye di sûretê te de. Halê te diguhere, ew sukûnet û edeba te naguhere. Li wê xweşikiya te ya ku meriv diwestîne dinihêrim. Baş e ku tu hatî. Dîsa dikenî. Mîna ku peyvên te min miz didin. Hişê min ne li serê min e ku ez çi dibêjim. Bi rastî? Belê. Hest dikim. Gava ku çavên te dibişirin, kulîlk vekirina alûcên reş tê bîra min. Em bêdeng dimînin.
Gava ku bêdeng dimînin mîna em di nav tiştekî tenik de derbas dibin.
Yên berê û yên pêşiyê, hatina gotina, derbasbûna gotinê ye.
Tu li vir î ya, ev bes e ji min re. Ji bo min tek rastî ev e. Li vir î. Li ba min. Li hemberî min î. Dikarim bigihîjim te. Va ye di nav mindayî ya, em di nav sirrekî de ne ku xeyalê wî jî bergîdana dunê ye. Baş e ku tu hatî. Ez lêviya te bûm, ev çend sale li benda te bûm. Dawiya dawî tu hatî. Roj ber bi avêtinê ve ye. Westiyay, dixwazî razêy? Na, ez dixwazim rûnêm.
Her tim wiha bimîne, dibe? Li ba min be. Dev ji min bernede. Soz ez ê dev ji te bernedim. Ji ba min meçe. Ez nikarim bê te bijîm. Şiişşşşt...ji kerema xwe ker bibe...hinek bêdengî. Li reşahiya çavên te dinihêrim, ji xeynî te tiştekî tune êdî, her tişt tu yî. Em hemû ji te ne. Tu nûr î, tu kaşif î. Te keşf dikim, hingî li te dinihêrim alîyekî xwe ji min re vedikî. Dinihêrim, gulekê te jê dikim. Dinihêrim, bêhnekê te distînim. Dinihêrim, dengekî te dibihîsim. Dinihêrim, gotinekî te dibînim.
Xemekê te datîne, kêm dibe. Birînekê te baş dibe. Serê pêçîkên te maçî dikim, hêdîka vedikşînî. Ji kerema xwe re pê mebe. Ji kerema xwe re sakîn be, negirî, wiha meke ez xwe nagrim. Binihêre li vir im. Li dervayê vê dunê me, di paşila te de me. Sûret û rastiya te ne yek e, ez dibînim.
Hadê em xewnên Kûrosawa temaşe bikin. Baş e.
Belê wiha bike, ji min re her tim bibêje başe, binihêre gava ku derva û hundir bû yek, meneya alemê xuya dibe. Alem tê wateya ûzletê. Niha li vê odê, vê alema ku di caman de roj dikeve ser xaliya, em di ûzletê de ne. Em ne dudu ne, em yek in. Bi yek re ne, em hev dikin yek.
Qurbana te me wisa nenihêre. Şerm dikî. Tu edeb î, edeb bi xwe yî. Çawan dibe ku tu wisa zarîf dibî? Gava ku li te dinihêrim nûr dibînim. Tu keşf dikî, didî keşfkirin. Tu xwesteka min î; lê belê ne ecêb e ku tu ji min narevî?
Em xewa herî xweşik, xewa aşa avê temaşe dikin.
Kevir digere, av diherike, jinika pîr dimire, desgirtiyê wê di nav dilxweşiyê de wê verê dike, tu li hemberî min rûniştiy, mi sêwa li te dinihêrim, hingî li te dinihêrim tu nû dibî, mezin dibî; biriqandina nav te zêde dibe, wekî fanosekî xuya dikî, nav te dişewite, hingî dişewite min jî dişewitîne, gere carekî li me nihêrtibe, me afirandiye û wisa nehiştiye, gere nezera xwe dabe ser me ku me bi perde dike.
Ji kerema xwe re perdê venakî. Sibe ronî dibe.
Haydê êdî em razên.
|