
Yaqaza
Nivîskar, Sadik Yalsizûçanlar.
Avrêla 2004an li Stenbolê hat weşandin. 222 rûpel e.
Di romanê de li ser bûyerên siyasî-çandî yên balkêş ku di salên 1950 de li bajarokekî melbend ên Turkiyeyê qewimîne tê sekinandin. Cewdetê Pîrelî ku eslê wî ermen e, zengîn û bijarteyê vî bajarokî ye. Bi xwe CHPyî ye û jiyaneke modernî diparêze. Bijîşkekî nû tê Binkeya Tenduristiyê: Bijîşk Hayta Beg. Şakir Osta li bajarokê soldirûyê dike. Ew, bi nêzîkbûna Demokrat Partiyê û bi kevneperestiya xwe tê zanîn. Di nav wî û Cewdetê Pîrelî de kişkişînekî siyasî û vekêşanek heye. Têkiliya di nav Cewdetê Pîrelî û jina wî ya xweşik û cîwan de ne xweşî heye. Jinik, dil berdide bijîşk û pê re evîneke dizî û qedexe dijî. Demek şûn de bijîşk bi awayekî razdar tê kuştin. Cewdetê Pîrelî û pêşiyên CHPyî yên bajarokê, klûbeka şevê vekirine û li wir partiyên kêfê yên cur be cur li dar dixin. Bajarokî, ji tiştê ku Cewdetê Pîrelî dike aciz in; lê belê ji ber ku aboriya bajarokê li ser çêkirina ta û cûmkeriyê ye û ew jî di destê Cewdetê Pîrelî de ne, nikarin dengê xwe bikin. Waxta ku lêpirsîna mirina bijîşk tê kirin, çav berdidin ser Şakir Osta û wî wekî kujer digrin. Li qereqolê îşkenceyek giran lê dikin. Û dimire. Bi mirina wî her tişt bi temamî ji rê dertê.
Di Yaqazayê de du heb vegotinên cuda bi hevre dimeşin. Yek, ev çîroka balkêş e, a din jî, jiyan û tarîxa kesane ya mamosteyekî edebiyatê ye ku van bûyeran hemû ji me re bi çîrokî vegotiye. Xemên evînê, tenêbûn, pirsgirêkên ramanî, dunyaya navxweyî ya mamosteyê edebiyatê bi bûyerên din re tên bikaranîn. Yaqaza ku ji aliyê ziman û awayê xwe ve xwediyê pevxistineke postmodern e, bi dawiyeke surprîzî diqede.
40 Çîrokên Binçavan Û Yên Din
Nivîskar, Sadik Yalsizûçanlar.
Kewçêra 2004an li Stenbolê hat weşandin. 88 rûpel e.
Çîrokên îşkenceyê ne ku bîst salên vê dawiyê li herêma Başûrê Rojhilat yê Turkiyeyê ku di binçavan de qewimîne. Di pirtûkê de 40 çîrokên îşkenceyê cî digrin. Xeynî viya, çîroka ku di sergirtina gundê Başbağlar yê girêdayê Erzîncanê ku di vê bûyerê de nêzî çil merivî hatibûn kuştin jî heye. Çîroka Kostebek ku li Turkiyeyê rûyê kûr û tarî yê dewletê bi awayekî alegorîk vedibêje, metneke herî balkêş a pirtûkê ye.
Ji 40 Çîrokên Binçavan Û Yên Din jêgiraneke kurt em pêşkêşî we dikin:
"Waxta ku ez ketim nexweşxanê hişê min li serê min bû. Bijîşk got, 'Pir zehmet e'. Derziyeke mîna tetanozê li min xistin. Û gotin, em nikarin tiştekî bikin. Û wan ez şandim fakulteya tibbê. Divê milê te yê qetandî di nav qeşem û derdanên cemedê de bihata veşartin û şandin. Lê di Germa tîrmehê de, di nav potikan de pêçandî dabûn destê min, bi wî awayê hatibûm."
Di van çîrokan de, nivîskar pênûsa xwe wekî dûzanekî bi kar tîne û bi lezbûneke birûskî li binê çavê mariv dixe. Her yek ji wan, metnên tragedya ne ku di qirika meriv de wekî girêkan rêz dibin.
Pirtûka Çîrokan
Nivîskar, Sadik Yalsizûçanlar.
Pûşpera 2003yan li Stenbolê hat weşandin. 384 rûpel e.
Sadik Yalsizûçanlar, nivîsa şipil a Edebiyata Turk a nû û bi dunyaya xwe ya ku zû bi zû nêzî lihevhatinê nabe, nûnerekî ku derketiyê rêza herî pêş e. Bi pirtûkên çîrokan ku dawiya salên heştêyî de dest bi weşana wan kir, ji hêla bal kişandina bi ser xwe ve bi ser ket. Di çîrokbêjîya Turk a Modern de, bi metnên helbestkî, sipartiyê razberiyê, alegorîk û vekêşaneke navxwe bilind de zimanekî xweserî xwe derxist holê.
Di vê pirtûkê de, temanê çîrokên ku di bîst salî de nivisandiye civand.
Ji çîrokên ku ji çend hevokan pêk tên û çîrokên heta ku tu bêjî kurt, alegorîk bigre hetanî çîrokên absurd yên çil rûpelî û çîrokên postmodern ku hişê xwendevana disîqilîne, hemû metnên wî di vê pirtûkê de cî digrin.
Guherîna civakî ya ku bandorên trajîk yên li ser ferdan dihêle ku Turkiye dijî di pirtûka xwe de tahkiye dike. Windabûnên ruhî ku modernbûnê rê li berê vekiriye vedibêje. Waxta ku ev çêdike, zimanê kevneşopiya çîrokê ji xwe dûr digre û fezaya pevxistinek û zimanek xweserî xwe derdixe holê. Bi ziman, sînorên ziman û bi derfetên wê re heta ku tu dibêjî dileyîze, bi taybetî waxta ku qonaxa psîşîk vedibêje vîya dike. Di pirtûkê de, nakokiyên kesên xwedî ruhên mîstîk ku di jiyana modern de dijîn bi ziman hatine xistin. Di çîrokeke herî dirêj a pirtûkê de, li Turkiyeyê bûyerên balkêş ku di serê ronakbîrekî cîwan ê ku leşkeriyê dike de derbas dibin dibe mijara çîrokê.
Hîç
Nivîskar, Sadik Yalsizûçanlar.
Avrêla 2004an li Stenbolê hat weşandin, 340 rûpel e.
Nivîskar, di çîroka dirêj de ku navê xwe daye pirtûkê, yek ji mijara ku herî bingeha felsefeyê û kevneşopiya îrfanî yên cur be curên zanayî ya qedîmê Çînê, zanayiya Hermetîk û îrfana Îslamê, buyera Hîç'î vedibêje. Di heman demê de çîroka nivîsa xetkarekî ye ku ev 'Hîç' e.
Li Stenbolê, serê salên du hezarî de xetkarekî ji bo ku xeta Hîç binivisîne li ser masê rûdinê, wexta ku vê nivîsê dinivisîne di nav qonaxê ruhî ku dijî de çîroka Hîç'iyê ye.
Di vê çîroka postmodern de, têgihîştina Hîç'iyê ya di kevneşopiya Rojhilat û Rojava de jî tê ziman. Dawiya çîrokê de Xetkar, mala xwe, eşyayan, tiştan, qamîşan, hibir û pêşnumayên xwe, nivîsa Hîç ku nivisandiye hev bi hev winda dike û bi temamî tune dibe. Çîrok. bi 'Heyîn tune' bi dawî dibe. Xeynî vê çîrokê, di pirtûkê de vebêjiyê pir zêde cî girtine.
Beşeka pirtûkê, ji ber elaqeya nivîskar a ji mijarê hebûnê re, ji çîrokên li ser hebûnîyê pêk hatiye. Di virê de, li ser mirovê modern ku li dijî tengasiyên nav xwe û siruştê çawan têkoşîna hişî dide, tê nîqaşkirin. Hinek çîrokan de, nivîskar, bi taybetî ji hêla fikrê dunyaya zanayê Mexrîbî Îbn Arabî ve dertê gerê û berê xwe dide mijarên metafîzîkî. Wekî mînak di çîrokekê de jî, di nav zanayekî û Şeytan de, xeberdaneke herî balkêş ku di mizgeftê de derbas dibe hatiye ziman.
Di pirtûkê de, hinek çîrokên kurt ku nivîsê pevxistinên postmodern ên ji lêgera avangard a nivîskar derketine jî hene.
Acûrên Biraz
Nivîskar, Sadik Yalsizûçanlar.
Adara 2003yan li Stenbolê hat weşandin. 310 rûpel e.
Pirtûk, ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa yekemîn de, dunyayek rêmanan û peyvikan hatiye çêkirin: Pirtûka Tîpan. Nivîkar, çîrokê tîpan vedibêje. Nivîskarê ku bi ev vegotinên alegorîk û razber, bibîrxistinên tîpan dertê rê, heta ku tu dibêjî bi sîqilîna hişê xwendevanan, têkiliyên di navbera tîp û tiştan û têkiliyên navbera peyvik û mirovan de vebêjiyan.
Navê beşa duduyan: Kataloga Vebêjiyan. Di vê beşê de, hinek navên di edebiyata turk û cîhanê de û jiyana ramanê û têkiliyên nivîskar ê bi berhemên wan re hatiye tahkiye kirin. Ji Dostoyevskî bigre heta Shakespeare, ji Kafka heta Mewlana Celaleddînê Rûmî, ji Îbn Arabî bigre heta Heîdegger, ji Kant bigre heta mîtolojîya Yunan ku ji hêla wan ve rêwîtiyeke civandî yê dirêj û derbas dibe û zengîn hatiye ziman.
Di beşa sisayan de jî, çîrokên ku li dora hin tîp û bûyerên ku di salên 1960î de li bajarekî melbend qewimîne digerin cî girtine. Çîroka bi navê Pinar Sînemasi, çîrokekî Cennet Sînemasi ye. Wekî Cennet Sînemasi'yê de sînamayeke havînê ku makînîst tê de dişewite, di şivaka dunyaya zaroktiya nivîskar tê şewq dayîn. Têkiliya evînê ya neşad a makînîst, jiyana biteqereq a xwediyê sînemayê û dawiya makînîst a trajîk...Zarokê ku li xirba sînemayê ya bûye xwelî dinêhêre û demên saw ên ku dijî...Çîrokên di vê pirtûkê de, di heman demê de çîroka rewşa trajîk a wan ferdên welatekî Misilman ê Rojhilatî ku di pêvajoya jiyana modernbûnê de dijîn û rastî çi tên vedibêje.
Seyah
Nivîskar, Sadik Yalsizûçanlar.
Roman. Stenbol. Tarîxa 2005an li Stenbolê hat weşandin. 256 rûpel e.
Roman, li ser jiyana ruhî ya zanayê navdar ê Endulusî, Muhyîddîn Îbn Arabî disekine.
Çîrok, bi rastîhevhatina Îbn Ruşd û Îbn Arabî dest pê dike. Di vê rastîhevhatina balkêş de, her du ramangêrên mezin saetekê bi hev re dimînin; lê belê tenê du peyiv ji devê wan dertên:
Erê û Na.
Roman, bi têgihîştina vegotin û pevxistineke înîsîyatîk hatiye nivisandin. Hêmanên dramatîk, trajîk, absurd tune ne. Jiyana zana, bi taybetî merhaleyên jiyana wî ya manewî/navxweyî û vîzyonên wî tê tahkiye kirin. Îbn Arabî ku jiyana wî bi gera li bajarên mîna Mekke, Şam, Bexda, Kahîre, Cezayîr, Tûnûs, Konya, Melet û Erzeromê derbas dibe, di heman demê de di van gerê xwe de qevastineke manewî û veguherî pêk tîne. Bi dehan zana rênîşandinê ji wî re dikin, pişt re Îbn Arabî ku bi xwe dibe şêx û rêberiyê ji ruhan re dike, deresayîtîyên ku dijî di romanê de bi giranî cî digrin. Bûyerên ku tên vegotin, awayê raman a zana ku bi 'Ekberîtî' tê bi nav kirin nîşan dide. Ev zanayê mezin ku bandora ronakbîriya wî heta roja me hatiye, jiyana wî li Endulusê dest pê kiriye û li Şamê bi dawî bûye, bi zimanekî saf û xwerî di Seyah de tê ziman.
|