
Ez viya şeva roja bûyîna te ya sî û duduyan dinivîsînim.
Bizanide ku Xwedê ciyekî alemê bi ciyekî din ve girêdaye.
Vir daîrekê ye.
Xalekê vê daîreyê bi xalekê din ve girêdayî ye.
Ji vê bendê re em dibêjin eşq. Eşq ji navenda vê daîreyê dest bi gerê dike, nav daîreyê digere, dîsa vedigere navenda wê û wekî di wê şeva roja bûyîna te ya sî û duduyan de, ji wê deryayê derdikeve tê, tu bi min ve ji nû ve girê dide.
Ji wê derê yanî ji wan çavên te yên keskên zelal dikşîne, li ser ew leka zer a di qehweyiya çavên min de xwar dibe.
Ev, felekê wextekî ye ku berê xwe pêşî ji dûriya nav te û min ber bi nêziyê ve, piştre ji nêzîkiyê ber bi dûrayiyê ve û ber bi tenhayekê ku nêzî tê de tune ve daye.
Gava ku tu di nav zerreyên xweliyê de bûy û ew xweliya sor pênsed sal bi destê celal û camal hatiye eciqandin, li rojê nihêrtiye, li wir pênsed sal maye û ziwa bûye, ji wî dengekî têr derketiye, piştre bi pifkirina can tebitiye, wexta ku vegeriyabû mekanete ku melekên mezin sujdeya silavê kiribûn, ez jî canekî ku li ritamê hatibû pifkirin bûm.
Canek ku ji canek hez bike alemê sanco digre ya, ha, em ji viya re dibêjin însanê ku nû dibe, zêde dibe, ji nav xwe zîl dide dîsa dîsa şîn dibe, cixayên wî ji çavikên darekê keskê zumrutî dibijiqe û dugehere zarokan, bi zindîbûna wan xwe paqij dike, bi vî halê xwe yê paqij ku zêdetir layiqê bin vê esmanê dibe tê gotin.
Bizanibe ku sûret her tim dişkên, dirizin û ditemirin; lê belê ava ku nav wî de dimeşe bi sûretên nû bi nû xwe nîşan dide.
Tu di vê roja bûyîna xwe de mîna avê yî.
Bi xwe av, dibe ku mînayê wê zêde be, tu halê avê yê ew bêreng û bêbîçîm î.
Qaba ku tu dikeviyêy rengê wê distînî ya, loma ez wiha dibêjim.
Ez hewceme, ji ber vî her tim xwarî te dibim.
Hewcebûn her tim nuzûlbûnê dide îcabkirin.
Lê belê gava ku xwar dibim tu dibî deryayekê ku meriv dikuje.
Pêlên te wisa mezin dibin, wisa radibî ku qeraxên te wisa nêz xuya dikin û min şaş dikin ku hingî xwe berî nav te didim, di kûrahiya te de tarîbûnan, benderuhên zalim, gava ku dertêm derve bayê lerizîner, vê qeyika min a li ber şikestinê bi carekî ve alabora dike.
Tu dibînî ku di te de her tim dixeniqim, tu dizanî ku bi xeniqandinê xelas dibim, ha em ji viya re tunebûn dibêjin.
Bizanibe ku Xwedê heyînê bi tunebûnê ve girêdaye.
Vir jî di nav daîreyê de ciyekî ye û yê ku di vir de dixeniqe jî dilxweş e, yê ku li qeraxê dixe jî bihêvî ye.
Tu ewrê hukmekî ku bi kêmbûnê zêde dibî.
Ku em jê re dibêjin baran.
Li ser van bajêrên qirêj û qaypaq de dibare, zarên bijehr ên di wan de, hinarên ku di nav wan de ber bi kufikgirtinê ve çûne dişoy.
Pêçîkên te ronahî didin, tu wan li kîjan leystika bajêr bidî wan pêşî belav piştre jî rast dike, destê xwe didî kevir dikî zêr, sîmya dane te, tu yek ji wan sirrên vê daîreyê yî.
Tê hişê te carekê, yanî çend roj piştî ku em rastî hev hatin, min ji te re çîroka bendeyekî reş ê ku di zemanên qedîm de jiyaye vegotibû.
Rojekê ji xwe re wiha dibêje: kî berê xwe bide çi, biazwerî bixwaze, tiştê ku dixwaze jê dûr dibe, direve.
Nexşekê ji nexşên dunyayê, ji eşyayên wê eşyayek, ji heyîna wê parçeyek, çi dibe bila bibe, can gava ji bo ku di wê de bifetise bazde, ew ji wî xwe vedişêre.
Gava ku di nav koriya demboriyê de bûm, dengekî ku wiha digot min bihîst, 'bêje ku hûn dibêjin çi; ger ku guhên we ker, çavên we kor, dilên we jî mor bike...'
Li ser vî min dev ji tiştên demborî yên ku min wextê xwe dida wan berda.
Bi derbasbûna demê min dît ku her tiştên ku min dev ji wan berdabû, bi tevî esliyê xwe ve vedigeriyan min.
Niha ez destê xwe bi vî sutûna mermer bixim, bi carekê ve dê bibe zêr.
Gava ku koleyê reş destê xwe bidê, dê mîna zêr dest bi biriqandinê bike.
Bizanibe ku Xwedê di alemê de zêr bi dev jê berdana bende ve girêdaye.
Ku em ji viya re dibêjin derya.
Vir deryayekê bêserûbin û qerax e.
Li wê derê de leqayî te hatibûm.
Gava ku ez te dîtim li ciyekî daîrê bûy û qerax bûy.
Min digot qey dikarim qeraxê derbas bibim;
lê belê ez te derbas nebûm.
Bizanibe ku Xwedê di alemê de deryayê bi qeraxê ve girêdaye.
Qerax tê zanîn, derya tê tehmkirin.
Gava ku ez te dîtim sekinîm. Min kincên xwe avêt.
Giraniyên xwe danî. Min dev ji veserên xwe berda.
Çi tiştên min hene min tune kir. Çi tiştekî ku yê min e, min nehişt.
Min di xwe de tu wehma xwedêtiyekî nehişt.
Ketim deryayê. Bi pêlên ku mi sêwa tên re rû bi rû mam. Li wir, bi awayekî ku min dev ji xwe berdaye sekinîm. Ez te dîtim. Ez te bi milên xwe pêçandim û hemêz kirim. Maçî kirim. Lêvên me bi saetan mîna heyva ku bi rûxarî te yê ronî bibe bi hev bû.
Di van bihevbûnên bivecniqî de gava ku hem ji xwe ve çûbûn û di serxwoşiyê de bi pêlan re diçûn, tu ji min re got 'bi xêr hatî.' Û tu min li mala xwe ezimand.
Min ji te pirsa 'ji kîngê ve ye tu min nas dikî, ji kîngê ve ye tu bi min re yî? kir.
De got, bi ketina xwe ya bi nav behrê vir ve.
Te min ji bîra kiribû, min jî demê.
Bi awayekî şidandî me hev hemêz kir dîsa.
Bi hev re em ketin behrê.
Bi mirineke bêdawî em mirin.
Êdî careke din jînbûna me, zindîbûna me nemumkin e.
Bizanibe ku di alemê de Xwedê me di vê deryayê de bi heva girêdaye.
Ku mirov ji viya re dibêjin mirin.
|