JA slide show
Anasayfa arrow Jînenîgarî
Jînenîgarî
03.01.2009 13:25
sadik yalsizûçanlar

sadik

Tarîxa 01.12.1962yan li Meletê ji dayîk bû. Zarokê duduyan ê malbateke heftzarokî ye. Bavê wî li Meletê sînemayê dida şixulandin. Di sînemaya bavê xwe de bi sedan li fîlmên xumalî û biyanî temaşe kir. Li dibistanên seretayî yên bi navê Melekbaba û Kûbîlay xwend. Pola dawiyê-Pola 8an- li Dortyola Hatayê qedand. Piştî xwendina lîseya Deneme ya Dortyolê, ket Zaningeha Hacettepe, beşa Ziman û Edebiyata Turkî. Sala 1983yan qedand. Dest bi lîsansa bilind kir. Salek şûn de dev jê berda. Demekê li Stenbolê di weşanxaneyekê de xebitî. Sala 1985an li lîseya Ûlaş ya Sêwasê dest bi wezîfeya mamostetiya edebiyatê kir. Du sal û nîv li vir, salekê jî li lîseya Sabanci ya Sêwasê mamostetiya turkî û edebiyatê kir.
Di sala 1987an de ezmûna produktorî ya ku TRTyê(Saziya Radyo Û Televîzyona Turkiyeyê) vekiribû kar kir û li Televîzyona TRTya Îzmîrê dest bi wezîfeya alîkarî ya produktor kir. Hê jî li Televîzyona TRTya Enqerê Gerînendetiya Bernameyên Perwerde û Çandiyê de wek produktor dixebite. Çîroka wî ya pêşî ya bi navê "Dayê-Ana" di rûpela çand û hunerê ya rojnameya Yenî Asyayê de hat weşandin. Çaryeka pêşî ya salên heştêyî bi nivîsandin û xwendinê derbas kir. Pirtûka wî ya pêşî, ya bi navê Rêwiyê Ku Bajêran Dixemilîne(Şehîrlerî Susleyen Yolcû) sala 1986an de, di nav weşanên Bîrlîk de derket. Û ew sal diyariya çîrokbêjiya salê ya Yekîtiya Nivîskarên Turkiyeyê sitend.
Bi vê pirtûka xwe ya ku mînakên ecêb ê zimanê alegorîk û razberên çîrokan di nav xwe de dihewand, ji hêla derdorên edîban ve kêm û zêde hat bihîstin.
Her çi qas navenda nivîsên wî çîrokbin jî, di çeşnên mîna roman, metelok, ceribandin, lêkolîn û gotûbêjiyê de jî berheman da.
Ji aliyekî de li Saziya TRTyê belgewarên çandî dikişand, aliyekê din de jî cedêl û xebatên xwe yên edebî didomand.
Pirtûka wî ya çîrokê ya duduya, bi navê Tûtiyê Ku Rastiyê Tehl Dike(Gerçeğî Încîten Papağan) sala 1992yan hat weşandin.
Di vê pirtûka wî de reh û şivîleyên dayika ziman ê çîrokê berdewam kir. Bi vê pirtûka xwe, hinek caran berê xwe da metnên çîrokbêjî yê mîna serbendên kurt û servekirî jî.
Seriya çil pirtûkê Yalsizûçanlar hene ku hatine weşandin. Xeynî çîrok du roman, du pirtûkê metelokan, pirtûkên ceribandin û lêkolînên cur be cur hatin weşandin.
Dozdeh klasîkên Rojhilat(mîna Dede Korkût, Bostan, Gulîstan, Kelîle û Dîmne, Mem û Zîn, Biharîstan, Sîyasetname û hwd.) ji weşanê re amade kirin.
Deh pirtûkên rêz a çîrokên zanayiyê, ji hev qetand û metnan ji nû ve nivisand.
Di pirtûka xwe ya dawiyê, ya bi navê Seyah(Gezgîn) de jînenîgariya Zanayê Mexrebî Mihyedîn Îbn Arabî kir roman û ev pirtûk, li nav welêt û li dervayê welêt bû xwediyê elaqeyê. Li Almanyayê, kewçêra 2006an ji hêla Lîteratûrca Verlag ve pirtûka xwe bi almanî weşand. Bi vê pirtûka xwe, xeynî zimanê romana yên aqilî, modern anjî postmodern, romaneke înîsîyatîk ceriband.
Yalsizûçanlar, xeynî cedêlên xwe yên edebî, li ser sirûşta sînema û televîzyonê hinek pirtûkên teorîk yên rexneyê nivisandiye. Ji nav van mîna Sînemaya Xewnê(Ruya Sînemasi), Televîzyon û Pîrozî(Televîzyon ve Kûtsal) û Meteloka Bêalîtî(Tarafsizlik Masali); wexta ku hatin weşandin meriv dikare bibêje bûn xwediyê elaqeyê. Nivîskar, bi pirtûka xwe ya bi navê Sînemaya Xewnê, têkilayiya kirûzî û metafîzîk ya di nav sînema û xewnê de xist nav mijarê. Hewl da xwe ku bingehên teorîk yên ramaneke sînemaya li ser xewnê damezrîne. Di pirtûka xwe ya bi navê Televîzyon û Pîrozî de nivîsên xwe yên li ser sirûştiya televîzyonê civande hev. Ev pirtûk bala teorîsyen û rexnegirên ku beşa ragihanê de dixebitin kişand. Li nav welêt û li dervayê welêt ji hin tezên master û dozîneyê(doktora) re bû mijar.
Li ser televîzyona mijar a binîskok û mîna pisgirêkên antîtelevîzyon, gelek nivîsên wî hene.
Hinek belgewarên nivîskar, li nav welêt û li dervayê welêt diyariyên cur be cur sitendin, tevlî festîvalan bûn.
Zewicandiye û pênc zarokên wî hene. Li Enqerê dijî.

 
"Ayrılığa ulaşsaydık, ona kendi acısını tattırırdık." İbn Arabi  

SADIK YALSIZUÇANLAR,
ARTIK BÜTÜN KİTAPLARIYLA
PROFİL’DE…

sEsLi kiTaP

C’nin Hazırlanmış Hayatı
 
 Sesli Kitap.. Hazırlayan: Nisan Kumru
Bir ve Hep
 
Küf
 
Hiç