JA slide show
Anasayfa arrow Languages arrow Kurdî arrow ÇEND BIJARTEYÊN JI PIRTÛKA 40 ÇÎROKÊN BINÇAVAN
ÇEND BIJARTEYÊN JI PIRTÛKA 40 ÇÎROKÊN BINÇAVAN
Yazan SadıK YalsıZuçanlaR   
03.01.2009 19:13

sadik

Di Çîrokên Memleket ê Refîk Halît Karay de ya ku herî zêde jê hez dikim çîroka Agah Beg e. Piştî ku min vê çîroka bi navê Bexçeyên Xoxan xwend, demeke dirêj min di hişê xwe de 'Ji welatê min rewşa mirovên cur be cur' bir û anî û sekinîm. Herî zêde tiştê ku di bin çavan de û di lêpirsînan de derbas dibûn bala min dikişandin. Ji hinek kesan min ev cure buyer guhdarî kiribû. Hinek çîrokên kesên ku ji sedemê sucên cur be cur ketibûn binçavan, min ji nû ve pev xist û civand. Tiştê ku derketin holê baweriya wan nemumkinbû. Pişt re rojekê min li Stenbolê hevalekî xwe yê ku li nexweşxaneyekê psîkîyatrîstbû dît. Li ser xwarinê behsa nexweşekî xwe yê ku ew roj hatibû; lê belê demek dirêj dewam kiribû kir. Çîroka wî, dirûvê wan ên ku di hişê min de derbas dibûn pê dixist. Ev metn wekî berhevkirinê şandinê. Va ye serî binî çîrokek e. Vê buyera ku li vir tê vegotin, kes dem û cihên li vir ez ê wekî cihekî xeyalî û kabûsekê bibêjim. Hûn dikarin wan mîna ku rast in û qewimîne bixweyînin. Lê belê dîsa jî bê pirs naxwazim derbas bibim, gelo bi baweriya we kes û buyerên ku di vir de derbas dibin çi qas nêzî rastiyê ne?

1

Ji sedema xirecirek a ku di nav min û mixtarê taxa Karşiyaka yê de derbas bûbû navnîşana mala min dabûn polêsan. Tam di vê hênê de bavê min ji derenceyan ketiye. Cîranan polêsan dane agahdarkirin. Karmendan jî hatine bavê min biriye. Buyer, êvara îna şazdehê adarê diqewime. Hahaneka min tekefonê qereqolê kir. Ji min re gotin ' Were bavê xwe bibe'. Ji ber ku li min  digeriyan neçûm. Min cîranekî me şand. Gotine ku bavê wî ne li qereqolêye. Roja din min dîsa telefon kir. Pêşniyaza teslîmbûna min kirin, gotin ku tu nikarî bavê xwe bibînî. Di vê navberê de min serî li saziya mafê mirovan da. Bi buyerê re mijûlbûn. Roja piştî wê, min telefonê qereqolê kir û min ji wan pirsa 'we çi kiriye ji bavê min' kir. Wexta ku min pirsa, 'qê we bavê min kuştiye' kir, karmendê ku navê wî Recep bû got, 'bigere û bibîne; lê belê pir zor.' Wexta ku ev digot dikeniya. Bîst roj piştî vê buyerê li mala me ya Kadîfekaleyê lêgerîn hatiye kirin. Bi çilîngîr derî vekirine. Kîmlikê bavê min, salnameya ku wêneyê che li serê bû û kunyeya zêr a birayê min birine. Wekî ku di rapora otopsiyê de jî tê dîtin, di ucûda wî de travma û şikandin hene. Tê fêmkirin ku di encama derban de xweyn li ser mêjiyê wî ketiye. Makînîstê trênê di îfadeya xwe de gotiye ku 'min lê ne xistiye, wexta ku peya bûm û min lê nihêrt, min digot qey lê dane.' Her wiha rapora otopsiyê jî îfadeyên makînîst rast derdixin. Lewra di raporê de tê nîşandan ku başbûn hebûye. Îdîaya dozger jî rastiyê nîşan nade. Bavê min ne bi lêketina trênê miriye; hatiye nîşandan ku bi derbê ku xwariye û bi helizîn û bi xweynîbûna mêjî miriye. Cenazê bavê min bê kîmlik tê dîtin. Rojek berê ji malê kîmlikê wî hatiye birin. Ser vîya de, qeyda wî ya nexweşxanê û morgê jî bê kîmlik hatiye kirin. Dozgerî yek bersiv jî neda serlêdanên me. Li bavê min negeriyan, xwestin ku ser buyerê bigrin. Wisa nîşan dide û her tişt li holê ye ku li bavê min îşkence hatiye kirin û wexta ku rewşa wî xera bûye, wî avêtine ser rêya trênê. Ji bo ku bêjin trênê lê xistiye.

2

Mêrê min ji ber ku perê pez ê ku sitendiye di wextê xwe de nedaye lê hatiye gilîkirin. Li ser vî dehê gulanê ew xistin binçavan. Li qereqola ku ew birine, mi sêwa lê xistine. Wexta ku me xwarin ji mêrê min re bir, karmendekî bi pihîna li me jî xist û dan pey me. Pênc roj şûn de mêrê min serbest berdan. Wexta ku hat malê tendurustiya wî pir xerab bû. Di ucûda wî de morayî hebû. Hema qasê carekê digot serê min û zikê min diêşê. Ku rewşa wî giran bû me ew rakir nexweşxaneyê. Lê belê ceda bijîjka têr nekir ji bo ku bijî. Beriya ku dê wî serbest berdin li tipa edliyê wî muayene dikin. Rapora başiyê danê. Gotine, 'merivekî extiyar e, ku miribe bi ecelê xwe miriye.' Derheqê buyera mirinê de li ser glîbûna min dozgerî lêpirsîn vekir. Otopsî hat kirin. Otopsiyê de sedemê mirinê, di encama dilrewastinê de hilmij û kêmasiya geran a xweynê hat nîşandan. Di wexta Otopsiyê de, di laşê wî de rizandin û morayî nehatiye dîtin; lê belê di dil de mezinbûn û  şemitandin hat tespîtkirin. Li ser vî parçeyên ku ji laşê wî sitendin, ji bo ku sedemê mirina wî bi awayekî qetî bê tespîtkirin ji tipa edliyê re hat şandin. Ji lêpirsîna ku hatkirin tu encam derneket.

3

Şeva hivdê îlonê li navçeyê hinek buyer derketin. Di wexta van buyeran de karmendekî tîmê yê bi navê Semet Ilica mir. Du polês birîndar bûn. Di bultena nûçeyên şevê de hat daxuyandin ku milîtanê rêxistinê êrîşê navçê kirine. Du heb milîtanê jin ê rêxistinê jî birîndar bûbûn. Min dît ku di wexta buyeran de karmendên emniyetê rasthatî gula berdan malên nêzî sûkê, taxên Goşan û rojavayê Varto yê. Qasekî derketim ser rêya Xinisê. Jinikeke ku li ber mala xwe sekinandîbû bi gule berdanê hat kuştin. Agir berdan naylonê ku me avêtibû ser giyayê zivistanê yê heywanê xwe. Qirçeqirç bi giya ket û dişewitî. Kesên ku ji wan re digotin tîmên taybet, qasekî baş gule berdan bi ser dikanan ve. Vîtrîn ji hev de ketin, cam hatin xwarê, hêwirzekî rabû, şingîn û çingîn bi camekana ket û hûr hûr bûn. Walî û gerînendeyê emniyetê hatin. Li vir walî daxuyaniyek da: got ku li navçê starekî derxistine holê, çek û hinek dokumanên rêxistinê hatine bi dest xistin û pênc kesên ku alîkarî ji rêxistinê re kirine hatine girtin. Dengê walî bilerz bû. Rojnamevanan tiştek nepirsîn. Gerînendeyê emniyetê jî daxuyaniyek da. Diyar kir ku xesara herî mezin li bînaya emniyetê û li mala mamosteya bûye. Rojnamevanekî ji Mûşê hetanî navçeyê sî û pênc kîlometre rê hatibû. Hê ku meriv dikeve navçeyê, li çepê pirê erdeka reş bala rojnamevan kişand. Ber bi me ve hatin. Yekî ji wan pirsa 'buyer çawan qewimîn' kir. Ebdulsemedê pismam ê min got: 'Serê sibê zû hatin. Bi çekê ku di destê wan de bûn gule berdan. Giyayê heywanê me yê zivistanê bi carekî ve şewitîn. Sî û pênc kom hebû. Hema bêje hemû şewitîn. Hûn dibînin ku hemû bûne xwelî.' Min xwe negirt û ketim nav gotinê, 'Bi hindikayî pênsed ton giyayê me şewitî. Li van hespan binêhêrin, li miriyê hespan binêhêrin, gule berdan wan jî. Binêhêrin ji do de werimîn û bêhn didin. Ew hepsê me bûn gule berdan û çûn.'
Bi rastî navçeyê me ne çoter e, şînayî û daristan in. Lê belê ji ber ku di lihevxistinan de hatin şewitandin, êdî dar jî hindik man. Ji sedema ku ji bo veşarbûna endamên rêxistinê re pir bi kar tê, rayedar daran jê dikin. Hingî jêkirin ket vî halê. Bû çol û ma. Ku wiha here yek darek jî dê nemîne. Me rojnamevan birin taxa Gumgumê. Ên ku herî zêde xesar dîtibûn malên vê taxê bûn. Dîwar qulqulî bûbûn. Şûna guleyan dîwaran kiribû kewara mêşan. Li ser piraniya dîwaran nivîsên 'Tenê çare teslîmbûn e, were telsîm bibe, xwe biavêje şefqeta dewletê.' hene. Vana bi boyaxê şîn nivisandine. Guleyan hinek tîpên nivîsê li tevlîhev kirine, wiha şiklên ecêb derketine holê. Rojnamevan hatin li qeweya meydanê rûniştin. Apê min ji wan re behsa bêmerhemetiya tîmên taybet kir. Got, kesê ku dikeve ber çavê wan, wan dibin. Em êdî ji wan tu agahiyek nagirin. Nayê zanîn ku ji kê derê rêwerz distînin. Hêzên ewlehî yên dewletê ku li navçeyê ne jî nikarin pêşiya wan bigirin. Hevalê bandfiroş jî li qewê bû. Got, ka hûn halê dikana min bibînin. Bi hezaran bandê min parçewesle kirin. Hed û hesabê zirara min tune. 

4

Nîvê şevê, wan li mala min a gund ez xistim binçavan. Karmendên ku min li otomobîlê siwar kirin, bi ketina zikê otomobîlê dest bi lêdanê kirin. Digotin ku emê tecawuzê te bikin û emê te bikujin. Min anîn gerînendetiyê. Piştî ku wan ez ji erebê peya kirim, çavê min girê dan. Ez birim odeyekî. Navên ku cara pêşî min dibihîst, ji min dipirsîn. Gava ku min digot nizanim jî, zaf hêrs dibûn û biqîrînî digotin 'ev ev buyer te kir ne wisa.' Kincên min derxistin. Ava bitazyîk li min kirin û min li ser betaniyekî dirêj kirin. Mil û çîmê min girtin û tiştekî min ji tirê qey asît bû li ser min kirin. Têl li pêçîka mezin a lingê min ê rastê û heyayê min girêdan. Pişt re jî elektrîkê dan. Qasek şûn de jî bi potikekî şil li heyayê min xistin. Min xistin nav ava cemidî. Tazî îpela min bi dîwar ve danîn û min wisa hiştin. Min wisa hiştin û çûn. Ez di odê de bi awayekî nîvxeriqî disekinîm. Piziyê min mîna ku şemirîbûn. Li min sar bû. Bi carekê ketim erdê. Çi qas wext derbas bû nizanim. Derî vebû, apê min anîn. Dîsa xwestin ku tazî îpela pişta xwe bidim dîwar û wisa bisekinim. Digotin binêhêre, çavê xwe nerevîne. Li ber çavên min li apê min îşkence kirin. Cop xistin maqatê wî û gotin ku emê li te jî wiha bikin. Bi çîmê min girt in, di çivakê de daleqandin û gotin emê te biavêjin. Wextê ku îşkence nedikirin, merşan lê dixistin û qîrîniyê hevalê me bi me didan guhdarî kirin. Şevekî di baxaja otomobîlê de min gerand in û anîn ser pirê. Min bi pirê ve daleqandin û gotin emê te bikujin. Min xwe winda kiriye û xeriqîme. Min çavên xwe li nexweşxana dîna vekir. Lê belê hê wan ez muayene nekiribûm, wan ez hilanîm û birim. Wexta ku me derxistin dozgeriyê, ji me re gotin ku 'îfadeyên ku bên gotin hûnê qebûl bikin, ku hûn qebûl nekin emê dîsa we bibin şûbeyê û îcar emê îşkenceyê giran li we bikin û we bikujin.'

 
< Önceki   Sonraki >
"Ayrılığa ulaşsaydık, ona kendi acısını tattırırdık." İbn Arabi  

SADIK YALSIZUÇANLAR,
ARTIK BÜTÜN KİTAPLARIYLA
PROFİL’DE…

sEsLi kiTaP

C’nin Hazırlanmış Hayatı
 
 Sesli Kitap.. Hazırlayan: Nisan Kumru
Bir ve Hep
 
Küf
 
Hiç  
 

BİRLİK