JA slide show
Anasayfa arrow Languages arrow Kurdî arrow Çîroka Kalo Heyvo
Çîroka Kalo Heyvo
Yazan Sadik Yalsizuçanlar   
19.08.2010 12:17
 Ez û kekê xwe panzdehê mehê şeveke sayî de,
derdikevin ser banê xanî. 
Bavê min jî tê.
Emê şevê li vir derbasbikin.
Em bê sebir li benda sibêne.
Kekê min bê tebat e. Banê xanî ji xwelîyê ye.
Leglegan li ser pacê hêlîn çêkirine.
Stêrk şewl didin.

Ev hirçê piçûk e, ev hirçê mezin e.
Bavê min dibêje: “Ev stêrka di navbera hersê stêrkan de stêrka gelawêjê ye.”
Ew cihê bê davî ê ku ew xwe digîhîjîne gelawêj heye.
Hemû gelawêj xwe digîhîjinîn civata galaksîyan a ku jê re dibêjin tavek jî tavan.
Ez û kekê xwe emê sibê biçin çewlîgê. Min çiqas bêrîya heywanan kirîye. Taybetî jî Canîya xwe a nerihet.
Ji werdekan, berxikan! Dema tên bîra min pozê min dişewite.
Kî dizane belkî wan jî bêrîya min kirine.
Gelo çivîkan dîsa ser xanîyê di çewlîgê de hêlîn çêkirine?
Ka bila bibe sibe!
Bi tu avayê xewa min nayê.
Kekê min bi loq dileyîze ew maye bikeve jêrî.
Bavê min jê re hêrs dibe.
Em xwe li ser nivînan dirêj dikin û berê xwe didin asîmanan.
Ez bi hêstên xwe ve kalo heyvo xêzdikim li asîmanan.
Bi şewl bi şewl.
Çavên min diçûrisin.
Û şev wek gulekî vedibe.
Kalo heyvo kalê çîrokê.
 Hemû çîrokan  Kalê heyvo vedibêje.
Ê ku ji wê fêr dibin ji me re  lorîyan dibêjin.
Hebû tûnebû.
Gelo yek hebe dudu nabe, ew jî dibe.
Di wehtekî de bavekî du kurên xwe dişîne kişwerzekî gelek dûr.
 Bîst û çar zêr dide her yekî.
Û wan şîret dike:
Divê hûn van zêran ji boy mesrefa rê bikarbînin.
Û demên hûn li çewlîgê de dimînin ji we re çi pêwîsbe hûnê wan tiştan bistînin.
Stasyonekî nêzîkê vira heye, hûn dixwazin bi trêne an jî bi keştîyê herin.
De hadê rêya we vekirîbe.
Herdû bira piştî ku van şîretan guhdarî dikin diçin.
Birayê piçûk heta stasyonê kêm peran xercdike.
Tiştên ku xweşê bavê wî diçe distîne.
Perê wî di destê wê de dimîne.
Birayê mezin pir nerihet e. Heta stasyonê bîst û sisê zêrê xwe herc dike. Tenê zêrekê wê dimîne.
Birayê wî:
Kekê  ew zêrê mayî bila di destê te de bimîne. Tu yê pê bilêt bistînî.
Ji xwe bavê min pir dilsoz e. Wê te efu bike. Binêre wê te jî ereban sîwar bikin.
Emê bi hev re biçin kîşwerzê.
“Ma tu yê aqil bidî min! Dibêje birayê  mezin, tu têkilê min nebe!”
Ew zêrî maye jî xerc dike û perê bilêt jî, jê re namîne.
Bi hev re diçin stasyonê.
Birayê piçûk sîwarê tirêna yekem dibe û ber bi kîşwerzê ve bi rê dikeve.
Birayê din li pey wê stuyê xwe dixurîne.
Û ez şîyar dibim kekê min radizê. Bavê min hê stêrkan temaşe dike.
Ez ji nav nivînan radibim û diçim ba wî.
Hay ji min nabe.
Dipirsim:
Bavo, Ew bîst û çar zêr çi bû”  dibêje: Bîst û çar seet, temenê rojekî ye kurê min”,
Kalo heyvo hatîye ser gir.
Ez li bêçîyên xwe mêze dikim, bi ronahîya kalo heyvo ve hatîye şuştin.

 

Ji Tirkî: Rojbîn Ozkan

 

 
Sonraki >
"Ayrılığa ulaşsaydık, ona kendi acısını tattırırdık." İbn Arabi  

SADIK YALSIZUÇANLAR,
ARTIK BÜTÜN KİTAPLARIYLA
PROFİL’DE…

sEsLi kiTaP

C’nin Hazırlanmış Hayatı
 
 Sesli Kitap.. Hazırlayan: Nisan Kumru
Bir ve Hep
 
Küf
 
Hiç  
 

BİRLİK